4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çend gotinên li ser romana ‘ Du Cihan Yek Jan’ a Serkan Birûsk

Hasip Yalniç

Ez nêçîrvanekî kelecanî me, nêçîrvanekî di wêjeya kurdî de li sembol û karekter nîsaşaneyên kurd û kurdistanî digerim. Dema ez dest bi romanekê yan jî xwendinekê dikim bi kelecan gelek bi coş li benda nêçira xwe dimînim, bêdeng, bênefes, dema nêçîra min tê û bi xwe ber dikeve tûrikê min ez ji kêfa difirim.

Dîsa ez werim serî û bi destpêka romana nivîskar Serkan Birûsk a bi navê ‘Du Cihan Yek Jan’. Roman ji weşanxaneya Kurdped-Ronya yê ve bi edîtoriya Hakki Balta ve hatiye weşandin. Du Cihan Yek Jan bi navê xwe wek efsûnî bêhn dide. Wêneyên li ser berga pirtûkê bala min dikişine xezalek, ev jî yek ji nîşaneyên efsaneyên Kurdistanê ye. Xezal di gelek çîrok û efsaneyên kurdî de cihê xwe yê efsûnî girtiye.

Dîsa jî dixwazim bi bîr bînim şêweya min a roman an berhemek wêjeyî nirxandina wê ya bêalî ye. Ez ne reş dikim û ne jî xweş dikim. Li gorî xwendin û zanebûna xwe çend gotinan dikim.

De ka em dest bi nirxandinê yan jî nêçîrekê bikin ka qismetê me çi ne…

‘Alma te bi jana xwe

Dilê min reş çirûsand

Bi pênûsek şîngirêdayî

Li rojnivîsa hêviyan

Çîroka dilên vemirî

Rondikbarî rêsa’

Di despêkê de hêviya min a li ser xwendina romanê bilintir û geştir bû. Di rastiya xwe de ez ji romanê helbestkaran hez dikim. Bi helbestekî dinivîsîn. Ev jî tahma hem helbestê hem jî tahma romanê dide mirov, xwendinê xweştir û geştir dike.

Ev jî parafragek helbestkî ya ji romanê ye. Û wek wê gelek paragrafên din jî hene bila ew ji we re bimîne.

‘Bagereke janî bi guvînî mîna tofaneke nepenî Janpîr ber navenda xwe ya tarî û bêbinî ve kaş kir. Ber çavên wî bi rewrewkên birûskên ji ewrên tarî rengîn dibûn. Bahozek mirinî di nava hişê wî de mîna destareke dojehî digeriya. Digeriya û janê wî dihêrandin. Şeva bêdawî bi kabûsan dirêj vedizeliya. Di berbanga wê şeva bê xew de nivînan Janpîr beravêtî mîna carên berê avêtibûn kolanê…’

Rûpel 7 çapa yekemîn  weşanxane Kurdped-Ronya

Di despêkê de tiştê herî zêde bala min kişandiye min nîşe girtiye ev jî afirineriya nivîskar derdixe holê çiqasî serê xwe li ser nava êşandiye gelek navên balkêş afirandiye.

Ji wan hinek; Alma-Ahmedê Zirço-Janpîr- Remoyê Kurê Xatê-Hişman-Jinvîn-Dilgir- Şemreş û hwd.

Ev nava na efsûniyên Kurdistanê  tîne bîra min.

Romanekê dema mirov dixwîne mirovê ji ku zanîbe ka romaneke malê kurda ye an jî hew bi kurdî hatiye nivîsandin. Yanî bi hawayekî din em ê çawa bizanibin romaneke em nivîskarê wê nizanîbin û bi zimanekî din hatibe nivîsandin ew romana kurdî ye an romaneke xelkê dinê ye. Li gorî min rê û rêbazên wê hene. Yek nexşeya ku bûyerên sereke lê diqewime, orf û adetên wan, rûniştin û rabûn, xwarin û vexwarin tevgerên karekteran, biwêjên ku tê de hatiye bikaranîn, gotinên pêşiyan bîr û baweriyên wan. Ez liv an digerim di wêjeya Kurd de.

Di romanê de ji navê karekteran ji xwe diyar e, bi nexşe jî diyar e, û bi biwêjên xwe jî diyar e ev romaneke ya Kurda ye.

Hinek biwêjin ku di romanê de ne

Gîsnê bazara me li lat û keviran asê kiribûn. Rûpel 16

… di zikê hev û din de jî hevîrên serêşiyê bistrên… Rûpel 17

Ez çi dibêjim tembûra min çi lê dixe… Rûpel. 19

Ew ê min ji tizbiya mêran ve bernede… Rûpel 19

… mala mişkan bi mişkan ve ma ye… Rûpel 20

Em tên rûpela 25’an îja efsaneyên kurdan cin û pîrebok derdikeve hemberî me.

…. Cinên Ehmedê Zirço heyfa xwe bi destê Nûra ji gund hiltînin….

…. Bila nema bê vî gundê ku her serê demekê hinek ji me cinoyî dibin…

Jixwe roman li ser beşek cin û jiyana cinan dimeş e. Hema dixwazim li vir bejim ku nivîskarê me ji cinan bêtir jiyana cinan dizane. Li ba min du romanên ku ez jê bandor bûme hene. Yek ji wan romana nivîskar Edîp Polat e ya bi navê Rûstemê Zal a din jî ev romana ku em li ser çend gotinan dibêjin bi taybetî li ser beşên ‘cinistanê’. Ji bo ku mirov van beşan binivîse lazim e ku mirov di jiyana wan jiya be. Min rastî jî Edîp Polat ê rêzdar pirsî ma te bi Rûstemê Zal re nan û goşt xwariye ma te bi xewnekê ev roman nivîsand te çawa ewas bi hal û tevgera Rûstemê Zal û jyanî wî ewqas xweş zanîbû û anî ye ziman.  Dixwazim li vir heman pirsê ji nivîskarê Romana me ya Du cihan Yek Jan jî bipirsim.

Çi têkiliya te û cinan heye?

Tu ji Cinistanê hatiye?

Te bi wan re însan cinoyî kiriye?

Tu di daweta cinan de sergovend bû?

Dema xwendinê de ez carna ji dengê ji paş min ve dihate ditirsiyam. Û taybetî ew beş gelekî herikbar bû di xwendinê de.

Nivîskar di bêhn berdana xwe de flashbelek bi kar aniye, ji bo bûyeran xurtir û bingeh bike li paşeroja wan vegeriya ye, karekter bi xewn û xeyalan xurtir kiriye. Ev jî ji bo danasîna karekteran birkaraniye. Ji bo xwendevanan bi çîrokê gire bide bi karaniye li gorî min. Ez vê jî bejim ev jî hostatiya romannûs e.

Heta rûpela 60’an roman an jî di çîroka romanê de mirov nakişîne nava buyera xwe. Derhênerekî tirk heye Nurî Bilge Ceylan di fîlmên wî de jî buyer hêdî hêdî diherike, min dema dest bi romanê kir ew derhêner û fîlmên wî hate bîra min. Ev roman jî hema bêje heta rûpela 60’an hew em dikarin bêjin karekter bi me de ye nasîn. Ev tarz jî herikandina romanê qels dike. Ya din jî heta rûpela 60’î zêdetir li ser 3 karekteran disekine û buyer tevlî hev dibe. Kî, kî ye pir nayê zanîn. Ger baş bala xwendevan, ne li ser be belkî karekteran tevlî hev bike û kîjan çîrok ya ji wan kîjanî ye tevlîhev bike. Roman 418 rûpel e. Dikarî bû ew karekter li nava romanê belav bikira. Belkî baştir bûbuya

Roman carna dibe wek makaleyan, dema dikeve wê formatê xwendin naherike. Di rûpel 105-106- û 107’an de axaftina Çiyager pir dûdirêj e.

Em dikarin bêjin ku di rûpelên pêş de nîşaneyên romana kurdî dibin wek karekter û derdikeve hemberî me, Hesp, Xencer, Cin, Pîrebok…  Rûpel 307-308

Di paşbergê de 3 kesên hêja jî nerînên xwe yên li ser romanê anîne ziman, Edîtorê romanê Hakki Balta, Dr. Kamîran Yildirim û Abdulmecît Kiliç, wek min wan jî bal kişandine ser heman mijarên ku min qal kiriye an jî min di romanê de jê hezkiriye û ew mijarana derxistine pêş. Yanî romana me bi efsûn, destan, çîrokî, biwêj an hatiye xemilandin û meşandin.

Nivîskar Serkan Birûsk di romana xwe ya Du Cihan Yek Jan ê de ji mala me, ji cinê me, efsûnên me, biwêjên me, ji  dilê me herikandiye ser kaxizê.

Ez dixwazim dîsa bi helbesteke ku  di romanê de dawî yê li nîvisê bînim.

‘Alma tu minminîka perreş

Difiriya ji filê şevareî

Xwe datanî li baxê min ê bextreş

Min vedixwar şerbeta marê reş

Li lêvê te vi dilekî xweş

Ji jiyanê sar dibûm

Li hemberî çûna bêdem.’ Rûpel 384.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê