8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serjinikî

Li cem hev rûdinên, qala mêrekî dikin; kuro hela ka binêre waye cîhan çep ziviriye, Salih di malê de karê jinan dike, xwarinê çêdike, cilan dişo, li zarokan dinere, malê paqij dike, hemû jî bi hev re bi wî Salihî dikenin û tinazê xwe pê dikin.

Gelo ji kê re dibêjin serjinik?  Ew mêrên di nava malên xwe de, her tim alîkariya jina xwe, dayika xwe, xwîşka xwe, hevalên xwe dikin ew in? Ez jî nizanim, lê ev mesele ya hanê gelek caran serê min êşandiye. Çi ye? Mêr nikarin karê jinan bikin… Ew mêrên ku li hemû ciyan tev lî jinan kar dikin ew serjinik in.

Teeewww. De îca were vî agirî bitemirîne. Li cem hemû kesan dikarin behsa vê meselê bikin, lê tu kes nikare li cem min behsa van tişt û miştan bikin. Ew çi ye îca? Jin li hemû deveran da karên mêran dikin, çima mêr nikarin wan karan bikin?

Li cem hev rûdinên, qala mêrekî dikin; kuro hela ka binêre waye cîhan çep ziviriye, Salih di malê de karê jinan dike, xwarinê çêdike, cilan dişo, li zarokan dinere, malê paqij dike, filan û bêvan, hemû jî bi hev re bi wî Salihî dikenin û tinazê xwe pê dikin.

Ew ên ku henekên xwe bi Salih dikirin, di nav wan de yek bi navê Usiv hebû, ew hertim li der û dora xwe mirovekî qeşmer, tu carê ji jor de danedixist jêr, gotinên wî yên li ser jinan tiro viro digot, ew ên din jî bi gotinên wî agir bi ser jin û malbatên xwe de dibarandin.

Jina Usiv jî jinek gelek jêhatî, bedew û hevalbendeke pir hêja ye, wan rojên hanê nexweş ket, pir giran nexweş ket û ji mirinê filitî. Xezal dema nexweş ket, em çûn serdana wê, di nava cî û nivînan de nale nala wê bû. Dure birin nexweşxanê, ne jê re, ji mêrê wê re gotine bila heta mehekê di malê de bimîne, bila qet destê xwe navêje tu karekî ku heta laşê wê bi ser xwe de were, bila xwarina xwe jî bi destê yekî/a din bixwe.

Usivê me dibêje him û gim, kesek li malê nîne, kê ji me re xwarinê çêke? Ew dibêjin em nizanin, ew kar yê te ye. Du re vedigerin û tên malê, Usiv dibîne ku qet taqet ji laşê jina wî de tune ye, gazî diya xwe dike, ew mêrê xwe bi tenê nahêle û nayê, gazî xwişka xwe dike, ew jî bi zarokên xwe yên hûr ve nikare were, destê xwe ber bi ku derê ve dirêj dike, ew dest bi vala vedigere.

Ez û cînarên xwe bi hev re çend caran çûn, me xwarin û marin çêkir, lê demekê Xezalê di guhê min de got; careke din êdî neyên mala me, dema hûn tên Usiv nikare karekî bike, ji ber wê bihêlin bila mehekê jî ew di nava malê de bixebite.

Tenê werin li der û dora min rûnên, bila ew xizmeta we bike. PÎîî tu rast dibêjî. Em carana diçûn dîtina wê. Ew hevalên Usiv ên li der û dora wî vê carê vegerIyan henekên xwe bi wî kirin. Piştî mehekê me dît ku Xezala me bi ser xwe de hatiye, rûyê wê dikene, ji berê baştir bûye.

Em bi kelecan çûn cem wê, ji me re got; ‘Hûn zanin!’ Dema ez nexweş bûm, Usiv her roj li ber serê min ranebû, her roj ji roja din baştir bû, hevalên wî navê wî danîn serjinik, lê qet xem nekir wî ez bi tenê nehîştim û ne êşandim.

Niha ew bi wan hevalên xwe re behsa serjiniktiyê dike, bê ka serjinik tê çi maneyê! Dema wiha got em pir kêfxweş bûn. Usiv hat li cem me got; ‘Min heta niha nizanîbû ka jin çiqas mezin û jêhatîne, bêyî wan em tu tişt nînin, dema hûn hatin mala me, ez dixwazim xizmeta we bikim û virde û wê de. Min got; ‘Erê gotinên te rastin lê, jin û mêr bi hev re hene, dema piştgirî dane hev ew her tim bi qewet in, her kes dikare karê her kesî bike. Jiyan bi hev re xweş e. Qet guh nede wan, ew ên ku dibêjin ‘mêrên serjinik’ ew bi xwe ne bawerin, dev jê berde…