3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdana Bafil Talabanî rojavayê Kurdistanê

Serdana Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ya rojavayê Kurdistanê weke gaveke girîng hat nirxandin û ji aliyê hesayiyeta kurdên parçeyên dinve  jî watedar e.

Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talebanî bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî re hevdîtin pêk anî. Talabanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel Mazlûm Ebdî li ser pirsgirêkên rojevê danûstandin kir.

Di vê rewşa ku PDK di her warî de piştgiriya dewleta tirk dike de weke serokê YNKê hevdîtrina Bafil Talabanî gaveke girîng, ji aliyê hesayiyeta kurdên parçeyên din ve jî watedar e. Divê di navbera kurdên parçeyên din de diyalog û danûstandinên bi vî rengî her tim hebin. Jixwe dijminên kurdan dixwazin hevpariya kurdan pêk neyê û parçe bibin hewldaneke gelek mezin nîşan didin. Kurd çiqas lawaz bin dewletên dagirker ew qas ji vê rewşê hêz digirin û xwe xurt dikin.

Li gorî medyaya fermî ya YNK’ê, Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî yekem hevdîtina xwe li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî re pêk anî. Li gorî heman agahiyan di hevdîtinê de Talabanî û Ebdî li ser pirsgirêkên siyasî yên Rojava rawestiyane. Her du aliyan rewşa siyasî ya Rojava û Herêma Kurdistan û pêşhatên siyasî yên girêdayî pirsgirêka Kurd hatine giftûgokirine. Her wiha îşaret bi çareserkirina pirsgirêkan a bi riyên aştiyane û hemahengiya leşkerî ya li dijî terorê hatiye kirin.

Bi rastî jî ev gaveke grîng e, belkî jî dereng maye. Divê ji bo yekitî û hevkariya kurdan gavên bi vî rengî her hebin û dewam bikin. Di bin êrîş û dagirkeriya dewleta tirk de pêkanîna hevdîtinê ji aliyê moral ve jî, ji bo Rojava gelek di cih de û grîng e. Ji bo yekitî û çareserkirina pirsgirêkan berî her tiştî hewceyî bi hevpariya di navbera kurdan de heye. Ev rewş wê ji bo têkiliyên navdewletî jî destê kurdan bi hêz bike. Pê re gelê kurd wê nokeriya PDKê ji nêzik ve bibîne.