5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pir dimrim, pir veqetiyam û dest ji xwe bernede’

Enes Yildiz

Çi hebe, wê di nav me de bimîne, fîlma trajîk jî wê bimîne, welatên ku di ber xwe de diaxivin, ne fîlmek dawiyê em bi xwe re birin, ne jî strana ku hîna dilê me pê aş nabe, helbesvan jî peyvên veqetînê dawî kirine. Hinek jî nebe pir dimrim, pir veqetiyam e û belkêm dest ji xwe neqerim, xwedê neke, dawîya vê dinyayê, dawîya vê payîza ku bê bifikirim.

Heger helbest berjewendî be, hew tînim peyvan, heger rêze gotin dest valatiyê nîşan dike. ‘yek dibeje; ‘ji xwe neqere’ yek dibêje; yek ji dur ve digrî û diqîre; rihê min, hinek heye, ma dawiya dinyayê ye.

Çi ji nav min çûye, gihiştim li kêjan deverê. Yên evîna dawiyê qise dikirin hene, yên kû xapandina xwe de bi israr in hene. Yên digotin; ‘pir dimrim’ ‘pir veqetiyam’ hene. yên digotin dubare ye gotinên ferhengê hene. Hemî fîlmên trajîk, livir despê dikin, nûçeyên dramatik livir tên ragihandin. Ne valahiyek li min tê û ne jî valatiya ‘gerdun min’ bi xwe re dibe. Bi xwedê di umrê gerdun de veqetiyam e.

Di hucreyên xwe de heman laş im.

Hîna avekî tezî di hişê mîn de maye. hewildanên min yên pûç, li ser destên kê nin.

Vira vegereke, vira teyreke birîndar e. Her birîna min xumam e. heyama olanekî deng vedide, dinyaya kevnedem dipengîze.  Hevîya helbestvanekî dawî ye. Mezelê kesekî nenas e. Lavahiyên beredayî nin.

Însan caran nikare guhdariya xwe bike. Nikare bibêje; dinyaya bedewi û aramîyê bi dilê însan e. Her dever xwîn e. Her dever bîranîn e. Her dever; her mekan, her kolan û her sûret rastiya me ye. Her welat di ber xwe de diaxive. Her însan li pey xwe ye. Vê sedsalê şopên kûr di me de ava kirin. Şopên birînên me li her koşeyekî bi cih kirin. Xwezî yek niha rabe, fanosekî pêbixe. Yek niha bêje; ‘ me dilê xwe ranekir.’

Hebuna însan, hebuna civakê di nav hesab û kitêban de maye. Însan rojane li pey pêşketin, li pey guhertinan e. Gelo? însan hîna çi hêvî dikin. Tenê di hişê însanan de dolar, pîyase, pere, aborî û çavdêriya siyasetê dike. Jinek, zayendperestiyê naxwaze, xortek di dinyaya de xwe de ne razî ye.

Ezê di vê gotarê de ne pesnê hebuna însan bidim û ne jî hebuna însan ji nedîtinê ve bêm.

Em çi nîqaş dikin. Em Kurdîtîya xwe gotûbêj dikin. Nasnameya xwe ya sîyasî nîqaş dikin, di despêka şaristaniyê de heta niha xwedî dîrokçeyekî çawanin nîqaş dikin. Lê heger mirov rastiya herema Rojhilata Navîn raxe berçavan, çi dixwaze û dixwaze çî bike, baş fêm dibe. însan pêxirtengiya her tiştê lêkolîn dike û ev jî hema gumanan ava dike. Gelo? hebuna me çi îfade dike. Çima mirovê herema Rojhilat ya li naverastê xwedî gilî û gazinc e. Heger were gotin rihê însan tê qusandin wê şaş nebe. Ne dinyaya hundûrîn dikare çareser bike, ne jî bê çaretiya xwe ya dawiya dîrokê. Hişê însan her roj tiştekî re mijûl e. Ev rageşîya însan, ev berjewendî, ev hevsengî û ev ceribandinên bê feyde ji bo kê nin.  ji qutkirina darekî bigrin, heta qîrîna jinekî, ji derûniya zarokekî bigrin. heta ku mirovek çawa dikare debara xwe bike. Ti kes li vî dinyaya xwe ne kêfxweş e.

Heger her pirsgirêk baş neyê tehlîk kirin, ti alozî, ti qeyran çareser nabin. dinyayekî wîlo hatiye avakirin ku hemî polîs, leşker, biryargeh, girtin û binçavkirin heye. Her roj kuştin, darvekirin, dagirkirin, destwerdan û destdirêjî heye. Ji bo di nav sînorên netew dewletan de rihê însan, biçewisînin. Niha! hewil didin paşeroja însan xûmam bikin. Li Sûrî her roj şer heye.  Wer dizanim ku li ber serê me mirovek tê kuştin, an jî teqîn û rûdanek heye.

Mesele ya me ne tenê pirsgirêk pênase kirin e. Ez dixwazim tabloya ku însan di hemî rojên xwe de li benda çi ye. Di jiyana xwe de li benda çiye. xeyalên xwe çine, êşên xwe datîne li kêjan peravê, hinek qiseya wî bikim. Porê însan meseleye û gotina mijarê ye. Rêveçûna însan mesele ye. Pêşgotin û xîtaba însan mijarên me ne. Însan rojan e danustandin û têkiliyên xwe dinirxîne.

Caran, pir zanîn mirov nabe, rêka kû tê de diçe. însan di kêlîyekî de dikare her tiştê înkar bike, dikare biryara xwe de gavan paşde biavêje. Divê wek kî bifikirim ku bêjim; ‘tu gumanî, tû hinek destwerdayinê dikî. Tû her çûyî û tû her di vegera xwe de dimînî. Birînekî xûmam û perdeyekî gewre boz e ev sedsala me.

Ev sedsala me bi kezeba xwe hatiye kizirandin. Însan hinekî di xewna çiyayekî de maye. Însan li ba dilê xwe heye. Hîna hebuna me di nav sînoran de diçe û tê. Sûrî welatekî tengezar e, bîna diwaran, bîna kavilan girtiye. weke ku yek bêje; fermandarek liwir hebuye,  şerê sar û germ daniye pêşîya xwe. Hesinê trenekî zengarî bîra mirov dixe. Helbest êdî heram e, nivîs, peyv, meyv, dereng man e. Li ser mezelekê hatim, li ser kevirekî jî difikirim. Bajarekî Kurdan êşa xwe xitim kiribe jî, li ber sibê ye. Hîna li strana birîna xwe digerim û hîna weke ku li ber ezana sibê me.

ji bo berçavka kesekî, çenteyê kesekî avêt milê xwe bim. pîrtûka kesekî danî ser awirên xwe.

Vê êvarê, hîna heme.

Vê sedsala kû birînên ku pir kûr dane me

Bi gotinekî wiha ye, ‘pir dimrim’, pir veqetiyam e û dest ji xwe neqere….