spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdana Wezîrê Parastinê yê Swêdê hat betalkirin

Hulusî Akar : "Di vê pêvajoyê de serdana Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson a 27ʹê çileyê bo Tirkiyeyê bê wate ye, ji ber vê yekê me ev serdan betal kiriye."

Hulusî Akar piştî “Civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê” ya ku li Baregeha Esmanî ya Ramsteînê hat lidarxistin der barê nerazîbûnên dewleta tirk ên li dijî Swêdê axivî.

Akar nerazîbûna xwe li dijî destûrdayîna Swêdê ya ji bo xwepêşandanên kurdan anî ziman. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Parastinê yê dewleta tirk Hulusî Akar serdana Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson a bo Enqereyê betal kir.

Li ser vexwendina Akar, biryar bû Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson 27ʹê  çileyê serdana Enqereyê kiriba. Swêd hewl dide ku dewleta tirk razî bike, ji bo ku astengiya li hemberî daxwaza wê ya endamtiya NATOʹyê dernexîne.

Akar got li ser kêmasiya tedbîrên li hemberî protestoyên li dijî dewleta tirk ên li Swêdê wî bi Erdogan re axiviye û bertekên xwe ji Johnson re anîne ziman. Her wiha got: “Di vê pêvajoyê de serdana Wezîrê Parastinê yê Swêdê Pal Jonhnson a 27ʹê çileyê bo Tirkiyeyê bê wate ye, ji ber vê yekê me ev serdan betal kiriye.”

Hêjayî gotinê ye ku dewleta tirk ji bo ku astengiya li pêşiya tevlêbûna Swêd û Fînlanda ya NATO dernexîne, bazaran bi wan her du welatan re dike. Ew bazarên ku di navbera van welatan de çêdibin carnan digihê asta şantajê. dewleta tirk lîsteyeke navên welatparêzin kurd dabû Swêdê û jê xwestibû ku wan teslîmî Tirkiyê bike. Niha jî destwerdana xwepêşandanên kurdan ên li wî welatî dike. dixwaze ku Swêd xwepêşandanên kurdan asteng bike.