2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdar Altan: Wê kê hesab bide?

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, pirsa ku wê kê hesab bide kir û ev tişt got: “Yanî armanca me li dadgehê ew bû em wan bidarizînin û ew jî pêk hat. Di parastinên parêzerên me de jî ev derket pêş ku esil em ê wan bidarizînin.”

Midurê Karê Nivîsan ê Rojnameya me Xwebûnê Mehmet ALÎ Ertaş jî di nav de doza 15 jê girtî 18 rojnamegerên kurd di navbera 11-12’ê tîrmehê de li 4’êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. 15 rojnameger piştî parastina ku kirin biryara berdana wan hat dayîn. Di 12’ê mehê de rojnameger hatin berdan û li ber girtîgehê ji aliyê bi sedana hempîşeyên xwe û malbatên xwe hatin pêşwazîkirin.

Rojek piştî berdana xwe jî rojnameger li Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li hev civiyan û serdanên hempîşeyên xwe û nûnerên sazî û dezgehên li Amedê qebûl kirin. Tevahiya rojê parlamenter, nûnerên rêxistinên sivîl û sendika û gelek hempîşeyên wan serdana rojnamegeran kirin.

Me jî serdana rojnamegeran kir û bi Hevserokê DFG’ê Serdar Altan re li ser rewşa wan axivîn. Serdar Altan, di despêka axaftina xwe de diyar kir ku girtîgeh bi taybetî ji bo kurdan cihekî ji jiyanê kurtkirinê ye û wiha got: “Piştî salên 80’ê ku têkoşîna kurdan şax berda, girtîgeh jî wekî amûrekî vê tekoşînê bitepisînê hatin avakirin. Girtîgehên wekî kontrolkirinê ava kiribûn. Xwestin kesên ku têdikoşin bigirin û li cihêkî kom bikin. Yanî ji bo bêbandarkirinê hatin sazkirin. Îja ev yek ji salê 80’yan heta niha bênavber didome. Ji bo ku bikaribin vê hebûnê kotrol bikin girtîgehan çêkirin. Ev zilm û zora li ser çapameniyê hinekî din berbiçav bû. Hate asteke wisa dixwestin ku êdî ne tênê li Kurdistanê li Tirkiyeyê jî rojnamegeweriyê têk bibin.”

‘Xwestin çapemeniya azad têk bibin’

Altan, destnişan kir ku AKP’ê çapemeniyeke alîgir ava kiriye ku tenê dengê desthilatê ragihîne û ev ev tişt anî ziman: “Ev desthilat têkoşînekê li hemberî rojnamegeriyê da meşandin ji bo ku çapemeniyê têk bibe. Mirov dikare vî 21 salê AKP’ê weke sê beşa binirxine. Yek şerkirina bi çapemeniyê re ji bo ku xwe biparêzin. Sedema duduyan jî avakirina çapemeniyeke alîgir ava bike. Sedema sisêyan jî bi destxistin û tûnekirina çapemiyeke azad e. Bi van sê sedaman xwest rojnamegeriyê bixe nav dest û linga û çapemiyeka bi yek rengî ava bike. Em dikarin bibêjin ku qismekî gihîşt armanca xwe. Ji xwe re çapemeniyekê ava kir û ya li dijî xwe jî dest danîn ser wan. Li hember vî tenê çapemeniya azad ma. Ev yek jî pir zora wan çû. Ji ber wê zilmeke zor û mezin dane meşandin. Tirs ava kirin. Herkesî xwe da alî kes nikare dengê xwe bike lê çapemeniya azad deng derdixe. Em ê vê rastiyê ragihînin ev têr nake em ê li hember faşîzmê jî ji her aliyî ve têbikoşin. Em ê van ragihînin ku gel ji rastiya bêpar nemîne. Em ê deşîfrasiyona xerabiyên ku ji aliyê desthilatê de tên kirin bikin.”

‘Berxwedana çapemeniyê li zora wan diçe’

Di berdewamê de Altan, diyar kir ku dixwazin li ser çapemeniya kurd û muxalîf tirsê ava bikin û wiha pê de çû: “Ev yek hem li zora wan diçe hem jî polîtikayên wan têk dibe. Dema em îddanameya ku di der barê me de hatibû amadekirin dinêrin nîvê îddanameyê der barê me de weke nirxandinekê kiribûn. Em bibêjin xwestibûn rêxistina kurd û girêdaniya çapemeniyê bi hev re saz bikin Qaşo ev rêxistin rêxistineke terorî ye ev jî saziyê terorê ne. Di operasyonê de belgeyên ku tu aleqeya wan bi çapemeniyê re tuneye bi dest xistine der barê çapemeniyê de tije kirine. Xwestibûn ku qenalên wek Medya Haber û Stêrkê wek qenalên rêxistê nîşan bidin. Ji bo vê enerjiyeke pir zêde xerc kiribûn. Herî dawî gotibûn ev qenalên rêxistinê ne û ew jî ji bo van televîzonan bername çêdikin, wisa be ev jî endamê rêxistinê ne û îddaname me wisa hatibû sazkirin.”

Dîroka çapemeniyê

Altan, da zanîn ku wan xwestiye bi parêznameyên xwe rastiya çapemeniyê ragihînin û afaxtina xwe wiha domand: “Dema me vê îddanameyê dît me got pêwîstî wisa pê heye em van nirxandinên çewt ku der barê me de hatine kirin rast bikin. Ji bo vê yekê jî divê mirov dîroka çapemeniyê zanibe hem jî serencama wê bizanibe. Heta îro çewa hatiye vê rojê. Me hinekî parastina xwe li ser vê yekê kir û xwest ev yek bê dîtin. Yanî me xwest hinekî dîroka çapemeniya kurd vêbêjin. Li aliyê din me xwest ku zext û zorên ku îro di serdema AKP’ê de li hember çapemeniyê hatine meşandin em deynin ser masê û li ser wê bisekinîn. Mînaka balkêş ku Tirkiye di endeksa aşitiyê de di nav 184 welatan de di rêza 167’êmîn de ye li ser çavê wan nêrî ji wan re got. Me got ku ev ji bo welatekî şerm e.”

‘Bi kuştinê nikaribûn bidana sekinandin’

Di axaftina xwe de Altan, bi bîr xist ku dema wan girtine gotine ku ji raya giştî re ragihînin ên vê belayê tînin serê me bi vî awayî wê nikaribin wan bidin rawestadin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê jî me bang kir me ji hempîşeyên xwe re hem jî ji hevalên me yên xebatkar re got bila xebatên xwe bi her awayî xurttir bimeşînin, kedkar nasekinin. Em jî 13 meh di zîndanê man em dîsa jî nesekînin. Hem ji aliyê pêşketina xwe hem jî tiştên ku ji me dihatin xwestin me bi nivîs bi her awayî tişta ku diket ser milê me dikir. Heta dawiyê jî me dengê xwe qut nedikir. Ji ber ku çapemeniya azad di salên gelek zor zehmet de derbas bû, bi guleyan dihatin teksîpkirin. Teksîba rojnameyekî bi nivîseke dadgehê tê kirin. Çapemeniya kurd bi fîşeka dihatin teksîpkirin. Bi kuştinê jî nikaribûn çapemeniya kurd bidana rawestandin. Em ne yên ewil û ne jî yên dawî bûn, beriya me jî hevalên me hatin girtin. Niha jî di zîndanan de hevalên me hene. Hê jî hevseroka me ya DFG’ê di zîndanê de ye. Herî dawî ji çapemeniya Tirkiyeyê Merdan Yanardag hat girtin. Çima ku qala meseleya kurd kiriye. Ew ê ji niha pê ve jî xebatên me berdewam bikin.”

‘Wê hesab didin’

Altan, bi lêv kir ku wan ne weke şexs weke çapemeniya azad darizandine û ev tişt anîn ziman: “Armanca wan a ku îddanameyê de jî me got , madem dozgeh heye em ê jî xerabiyekî çewa kirine bidin xuyakirin. Ez bawerin baş hate dîtin ku bi rastî jî tiştên di nava îddanameyê de ji bo ku rojnamegeriyê bidarizînin hatibûn esaskirin. Em piranî li ser vê yekê sekinîn. Heta 10 meha me nizanibû em bi çi tên darizandin, me rûyê hakimekî nedît. Em 13 mehan bêsûc bêsebeb di zindanê de girtî man. Me got wê hesabê vê yekê wê kî bide. Sebeba vê dozgeh e, emniyeta Amedê ye Suleyman Soylû ye desthilatdar e. Divê hesaba ku me ji azadiya me qut kirin, hesabê ku malbata me ji ber me de îşkence dîtin, hesabê ku sazî û dezgehên me desteserkirin, hesabê ku me ji karê me dûrxistin, hesabên ku ji ber em hatin girtin karê me li ser milê hevpîşeyên me ma bidin. Hesabê civaka ku em jê berpirsyarbûn ku bê nûçe hatin hiştin bidin. Ji ber wê ev ne parastin hesabpirsîn e. Yanî armanca me li dadgehê ew bû em wan bidarizînin û ew jî pêk hat. Di parastinên parêzerên me de jî ev derket pêş ku esil em ê wan li vir darizînin. Me vî da xuyakirin ku em ne sûcdar em dozdarin.”

Sekna li diji zext û zordariyan

Di dawiyê de Altan, ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Divê mirov bikaribe li dijî zext û zordariyên li girtîgehan xûrt bisekine. Binpêkirinên mafên esasî tên kirin. Divê em malbatên gitiyan bi tenê nehêlin. Divê sazî û dezgehên demokratîk, partiyên siyasî di vê mijarê de haydar bin. Piştgiriya bi malbatên girtiyan re neyên sînordarkirin. Ger têkoşînek li hemberî vê hebe wê kesên di zindanan de jî hinekî din rihet jiyana xwe berdewam bikin. Ji aliyê din jî wê pêkûtiyên ku li ser wan in kêmtir bibin. Piştgirî, alîkarî ji girtiyan re girîng e. Divê ev neyê jibîrkirin.”