spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijara sereke ya serdana Erdogan ya Kendavê krîza aborî ye  

Serokkomarê tirk Tayip Erdogan îro dest bi gera welatên Kendavê kir, piştî ku îro serdana Erebistana Siûdî bike dê roja sêşemê serdana Qeterê û mijara sereke ya van serdanan krîza aborî ya Tirkiyeyê ye

Beriya destpêkirina vê ger û serdana Welatên Kendavê serokkomarê tirk Tayip Erdoganê ku welatê wî di nava krîzeke aborî ya mezin de ye û lîreya tirk li hemberî dolar daketiye asta herî jêr, roja Pêncşemê got ku ew hêvî dike di vê gera Kendavê de bigihêjin peymanên baş ên aboriyê.

Herî pêşî aborî

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Taha Odehoglu, der barê vê serdanê de ji malpera El-Hurra TV re axivî.  Taha Odehoglu da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye ku di tevgerên Tirkiyeyê yên vê dawiyê ber bi Kendavê û Rojava de “aliyê aboriyê serdest in.”

Odeh Oglû, wiha pê de çû û got; “Armanca sereke ya gera Erdogan a Kendavê ew e ku çareyan ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê re bibîne.”

Ajansa Reutersê jî ragihandibû ku piştî serdana Erdogan bo her sê welatan, Tirkiyê li bendê ye ku Qeter, Erebistana Siûdî û Îmarat veberhênanên rasterast di destpêkê de bi qasî 10 milyar dolar û bi giştî 30 milyar dolar di sektorên enerjî, jêrzemîn û parastinê de bixebitînin.

Gera serokomarê Tirkiyê di nava qeyraneke giran a aborî de li Tirkiyê tê, ku bûye sedema derxistina gelek karsazên biyanî yên ku li vî welatî razemenî kiribûn.

Ev yek jî piştî 5 mehan ji karesata erdhejê tê ku zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, ji bilî ziyaneke mezin ya li başûrê welat bû.

Profesorê Siûdî yê Zanistên Siyasî Abdullah El-Esaf li ser mijarên sereke yên gera serokomarê Tirkiyê axivî û got ku “aborî yekem e.”

El-Esaf ji malpera El-Hurra re axivî û got ku Serokomarê Tirkiyê piştî serketina di hilbijartinan de ji vê dewrê dixwaze destkeftiyên aborî bi dest bixe û got ku Riyadê dikare gelek tiştan pêşkêşî Enqerê bike.

“Bazirganiya Tirkiyeyê kêm dibe”

Tirkiye hewl dide ku danûstandinên bazirganiyê yên bi Erebistana Siûdî re bigihîne asteke mezintir. Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê diyar kir ku asta danûstandinên bazirganiyê ligel Erebistana Siûdî di nîvê yekem ê îsal de 3.4 milyar dolar bû, piştî ku di sala 2022’an de bi giştî 6.5 milyar dolar bû.

El-Esaf bal kişand ku kêmbûna peywendiyên Erebistana Siûdî û Tirkiyê bûye sedema “kêmbûna balansa bazirganiyê ya Tirkiyê” û ev yek jî bûye sedema zirarê li gelek pîşesaziyên Tirkiyeyê.

Her weha di çarçoveya aborî de, lêkolînerê siyasî yê Îmaratî, Mihemed Taqî, di wê baweriyê de ye ku ev dosya bûye ” motora sereke” ya têkiliyên nû yên Tirkiye û Welatên Kendavê.

Serokê Îmaratê, Şêx Mihemed Bin Zayid, yekem rêberê Ereb bû ku piştî Erdogan di hilbijartinên vê dawiyê yên serokatiyê de bi ser ket, hat Tirkiyê, di heman demê de Ebû Dabî bû cihê yekem ji bo Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz û Wezîrê maliye û Xezîneyê yê nû Mehmet Şîmşek, ku wî jî serdana Qeterê kir.

Herwiha li gorî Reuters’ê di meha Adarê de, Îmarat û Tirkiyê rêkeftinek li Ebû Dabî îmze kirin ku armanca wê ew e ku bazirganiya di navbera her du welatan de bigihêje 40 milyar dolarî di nav pênc salên bê de.

Dosyayên din çi ne?

Odeh Oglû destnîşan kir ku ev serdan “ji dosyayên siyasî bêpar namîne”  û dibe ku di çarçoveya avakirina tifaqên nû yên tirk-ereb de bên kirin.

Oglû her wiha got, “Welatên Kendavê berê (mijara) xurtkirina peywendiyan bi Enqerê re bi hemahengiya Misrê re girêdidan û niha jî pêwendiyên Tirkiye û Misrê gihîştine qonaxeke pêşketî.”

Odeh Oglu bal kişand ser wê yekê “Lihevkirineke muhtemel di navbera Sûriye û Tirkiyê de ji aliyê siyasî ve di bin sîwana Îmaratê de heye.”