3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şewata daristanan a li 3 bajarên Tirkiyeyê didome

Şewata daristanan a duh li bajarên Hatay, Mêrsîn û Çanakkaleyê yên Tirkiyeyê derketibû îro di roja duyemîn de berdewam dike.

Li Tirkiyeyê, bi demsala havînê re careke din şewata daristanan dest pê kir. Şewata ku duh li bajarên Tirkiyeyê yên mîna Hatay, Mêrsîn û Çanakkaleyê dest pê kiribû îro jî di roja duyemîn de berdewam dike.

Li taxa Sogûkolûk a bi ser navçeya Belena Hatayê ve duh şewat derket. Hat daxuyandin ku têkildarî şewatê du kes hatine binçavkirin. Hat zanîn ku şewatê tesîrek neyînî li ser gelek kesan kiriye. Li hin gundan gelek sewal mirin.

Li gundê Kizilkeçîlî yê Çanakkaleyê jî duh li deverên cuda şewat derket. Şewat belavî gundên Kemel û Yukari Okçular bû. Mudaxileya li şewatê di roja duyemîn de didome.

Duh bi şev li qada daristanê ya li gundê Kavakoglû ya bi ser navçeya Gulnara Mêrsînê ve agir derket. Di kêliyek kurt de şewat berbelav bû û ji duh bi şev ve mudaxileya li şewatê berdewam dike.

Balkêş e ji duh ve çapameniya tirk li ser nûçeyên der barê şewata daristanan derbas dike. Heman çapameniya şewatên ku li Kurdistanê derdikevin û birîna daran a bi destê leşker û cerdevanan qet nake rojev.