3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdema nû ya têkoşînê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Divê bê zanîn ku hêza siyasî ya domokratîk xwedî kevneşopiyeke xurt e û ev kevneşopî ne li gorî kesan li gorî têgeha têkoşîna gel hatiye avakirin. Lê tevî vê jî îro hin kes bi sekna xwe ya çîna navîn hebûna xwe li ser îradeya gel ferz dikin

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijaratinên parlamentoyê û serokkomariyê di rewşeke awarte de pêk hatin. Ev hilbijartina ku ji gelek derdoran ve dîrokî dihate dîtin, di bin siya erdheja ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Meraşê de bû pêk hat. Bê guman piştî trajediya erdhejê bi çend mehan pêkanîna hilbijartineke wisa stratejîk ji bo partiyên siyasî û gel ne hesan bû. Desthilata AKP-MHP’ê ji roja destpêkê ve ket nava hewldanên ku vê rewşê çawa li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Hilbijartinên 14 û 28’ê gulanê di rewşeke wisa giran de pêk hatin.

Ji aliyê din ve ji bo duyemîn sedsaliya komara Tirkiyeyê, hêzên demokratîk girîngiyeke mezin didan vê hilbijartinê. Ji bo komara Tirkiyeyê ji van rojên reş û tarî derkeve û li ser prensîbên civaka demokratîk hebûna xwe bidomîne di nav gel de hêviyeke mezin hebû. Lê deshilata faşîst a AKP-MHP’ê ji pêşeroja Tirkiyeyê û civakê zêdetir ji bo hebûna xwe bidomîne di nava hewldanan de bû.

Stratejiya êrîşan

Rejîma AKP-MHP’ê ya ku ev zêdetirî 21 sal in li ser hukm e, ji bo berdewamiya deshilata xwe hemû sazî û amûrên dewletê seferber kirin. Li gel vê, ji bo hebûna xwe bi civakê bide qebûlkirin, li himberî hêzên demokratîk û muxalîf jî di nava êrîşkariyeke tund de bû. Bi taybet di van çend salên dawî de hemû derfetên xwe di vê çarçoveyê de bi kar anî. Di vir de armanca sereke ew bû ku hêzên ji bo xwe tehdîdê dibîne ji holê rake. Li gorî vê perspektîfê xwe bi rêxistin kir û ket hereketê.

Ji ber encama ku di hilbijaratinan de derketiye rexneyên giran li hêzên muxalîf û demokratîk hene. Erk û berpirsyariya van hêza ew e ku guh bide van rexneya û li gorî wê nexşeya xwe ya dema pêş ava bike. Lê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê jî piştî hilbijartinên 14 û 28’ê gulanê hêzên muxalîfên xwe dest bi êrîş û kampanyayên reşkirinê kir. Ev deshilata ku di warê şerê taybet de bûye pispor, bi zanebûn vê strarejiya li ser hêzên ji xwe re tehdît dibîne ferz dike. Ji bo vê jî bi rê û rêbazên cuda hewl dide di nava van hêzan de bêtifaqiyê û nakokiyan zêde bike. Bi taybet medya hawiz û trolên ku li ser medya dijîtal hatine birêxistinkirin bi zimanekî tund êrîşî hêzên demokratîk dikin. Êrîş û gefên li ser HDP’ê û Partiya Çepên  Kesk jî pêş dikevin bi vê stratejiyê ve girêdayî ye.

Xwedîderketina li vîna xwe

Divê baş bê zanîn ku HDP û Partiya Çepên Kesk di şertên newekhev de ketin van hilbijartinan. Deshilata AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartinan de HDP’ê û Partiya Çep a Kesk lewaz bike serî her cure bêqanûniyê da. Bi sedan endam û rêvebirên partiyê bi awayekî derqanûnî dîl girtin. Der heqê rêveber û parlementêrên partiyê de bi dehan doz hatin vekirin. Weke ku ev ne bes be ji bo xebatên hilbijartinan bên astengkirin û HDP’a ku ji aliyê gel ve hatiye naskirin nekeve hilbijaratinê dîsa mîna her carê dozger û dadgehên rejîma AKP-MHP’ê ketin dewreyê. Tevî van astengiyan jî gelê kurd xwedî li hebûn û îradeya xwe derket dengê xwe da.

Tevî hîle, dizî û hemû nelirêtiyan jî rêjaya hatiye bidestxistin ji bo hêzên demokratîk deskeftiyek e. Bi taybet di vê pêvajoya ku bi destê AKP-MHP’ê li seranserî welat pêla nijadperestiyê ew qas zêde kiriye, dijminatiya li dijî hêzên aştîxwaz û demokratîk pêş xistiye, beşdariya hilbijartinê ne hesan bû. Bi sekn û tekoşîna hevpar a Tifaqa Ked û Azadiyê desthilata AKP-MHP’ê di tûra yekem de negihişt armanca xwe. Di tûra duyem de rewş pir cuda bû. Di vir de gelek paramenterên cuda hene ku bandor li ser hilbijartinê kirin. Lê tevî van hamûyan jî tişta ku zelal û nehat guhertin biryardariya gelê kurd bû. Gelê kurd li bakurê Kurdistanê bi yek dengî got “ji faşîzmê re na!”

Xweferzkirin

Piştî vê hilbijartina ku ji gelek aliyan ve stratejîk dihat dîtin, her partî û aliyên siyasî di nava xwe de dest bi muhasebeyekê kirin. Ji ber kevneşopiya wê ya demokratîk pêwîst e herî zêde Tifaqa Ked û Azadiyê bi taybet jî HDP pêvajoya hilbijartinê bi berfirehî bigire dest û binirxîne. Jixwe wisa jî bû, rêvebiriya HDP, Partiya Çep a Kesk, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û pêkhateyên din ên siyaseta demokratîk li hev civiyan.

Di arîfeya vê civînê de hin kesên ku hewl didin hebûna xwe li ser siyaseta kurd ferz bikin bi îdia û nerînên cuda ketin rojevê. Bê guman Tevgera Azadiya Kurdistanê di merheleyên pir giran re derbas bûye. Ev pêvajoya ku niha siyaseta kurd tê re derbas dibe jî yek ji van pêvajoyan e. Lê ger li gorî kevneşopiya ku bi ked û têkoşîna hezaran şehîd û girtiyên îro di nava şertên giran ên zîndanê de li ber xwe didin tevnegere û stratejiyekê diyar neke wê têkeve nava xeletiyeke mezin.

Xizmeta şerê taybet

Divê bê zanîn ku hêza siyasî ya domokratîk xwedî kevneşopiyeke xurt e û ev kevneşopî ne li gorî kesan li gorî têgeha têkoşîna gel hatiye avakirin. Jixwe di encama civîna ku di pêkhateyên hêzên siyasî re hatiye kirin jî biryara xwedîderketinê vê kevneşopiyê derket pêş. Lê tevî vê jî ger îro hin kesên ku bi sekna xwe ya çîna navîn hebûna xwe li ser îradeya gel ferz dikin hewl didin bandorê li biryar û têkoşîna gel bikin. Divê bê zanîn ku tu feydeya wê ji têkoşîna li dijî faşîzm re nîn e ev li têkoşînê lewaz dike û beyî ku haya wê jê hebe dikeve xizmeta şerê taybet.

Di şertên pir giran de me hilbijartinek li pêy xwe hişt. Rast e dibe ku di stratejiya hilbijartinê de şaşitî û nebesî hebin. Kes ango saziyên muxatabî van şaşitiyan e di platformên cuda lêborîna xwe ji gelê berxwedêr xwestin û rexne li xwe girtin. Li gel vê rewşê bêyî ku mirov xwe jidiliya rêveber û endamên partiyê bibîne û ji bo têkoşîneke hîn xurttir hêz bide wan, bi zimanekî tund rexne bike û bixinirxîne, ne li gorî têgeha kevneşopiya siyaseta demokratîk e.

Nêzîkatiya li têkoşînê

Divê beriya her tiştî em bizanibin ku HDP û Partiya Çepên Kesk di şertên asayî de neçûn hilbijartinê. Ger em pêvajoya hilbijartinê, zextên û astengiyên ji wan re dihatin derxistin baş tehlîl bikin ez bawer dikim em ê bi awayekî hîn objektîftir nêzî meselê bibin. Ji her tiştî wêdetir divê em bizanibin li himberî me dijminekî ne ji rêzê heye. Em di ferqa dijminê xwe de bin û li gorî wê nêzî rastiya têkoşînê bibin. Ger em bi vê rastiyê tevbigerin ez di wê bariyê de me ku wê hewldanên lewazkirina siyaseta kurd negihîjin armanca xwe. Ji bo vê jî erk û berpirsyarî ne tenê ya rêvebiriya partiyê ya me hemûyan heye.