5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîn

ÎHD’a Îzmîrê daxuyand ku li Herêma Egeyê di salekî de 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne.

Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Sala 2022’yan” li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Binpêkirinên mafên zarokan ên li bajarên Aydin, Afyon, Balîkesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê di raporê de cih digirin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaş rapor xwend.

Karakaşê diyar kir ku zarok hem bi qanûnî hem jî bi awayê exlaqî ji dayikbûna xwe ve xwedî mafên xwe ne û got: “Di salên dawî de ji ber gelek sedem û bandorên neyînî di asta herî jor de mafên zarokan hatin binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan gihiştiye asta xeternak. Tevî ku Tirkiye terefê Peymana Mafên Zarokan e jî lê polîtîkayên bingehîn ku zarokan biparêze nexistiye dewreyê. Di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîn.”