3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YNK’ê giliyê asayîşa PDK’ê kir

Berpirsê Malbenda 3 ya YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn, ragihand ku wan li ser mirina biguman a Zîrek Elî ku duh dema hat binçavkirin piştî du saetan jiyana xwe ji dest dabû, gilîiyê asayîşa Hewlêrê kirine.

Duh li di saetên nîvro de li Hewlêrê kesekî bi navê Zîrek Elî Mihemed (40) dema li cihê xwe yê kar bû, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat revandin. Piştî du saetan asayîşê ji kesûkarên wî re gotin ku Zîrek Elî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Tiba Edlî ya Hewlêrê ye.

Der barê vê mirina biguman de, Berpirsê Malbenda 3 ya YNK’ê ya Hewlêrê Mecîd Mihemed Emîn li baregeha malbenda YNK’ê ya Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Mecîd Mihemed da zanîn ku duh dema Zîrek Elî Mihemed li cihê xwe yê kar dixebitî, hêzeke asayîşa Hewlêrê bi ser cihê wî de girtin û ew binçav kirin lê piştî çend saetek Zîrek li asayîşê jiyana xwe ji dest da.

Berpirsê Malbenda YNK’ê Mecîd Mihemed got: “Me gilî amade kiriye em ê pêşkêşî encûmena dadwerî, dozgeriya giştî, wezareta navxwe, tevayî rêxistinên navxwe û navdewletî bikin. Pêwîst e dadgeh û aliyên peywendîdar vê dosyayê bi encam bikin. Ji ber ku ne bûyereke asayî ye û di nava asayîşê de kesekî jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku li gorî gotina kesûkarên wî şopên îşkenceyê li ser bedena wî hene.”

Di dewamê de Mecîd Mihemed got ku ger giliyê wan li Herêmê li berçavan neyê girtin, ew ê serî li dadgeheke Bexdayê bidin û rastiya bûyerê ji gel re aşkera bikin. Her wiha got, ji bo lêkolînkirna cenaze, komîsyoneke ji bijîşkên dadwerî ji Silêmaniyê hatine Hewlêrê û dest bi lêkolînê kirine.

Di dawiyê de jî berpirsê YNK’ê Mecîd Mihemed Emîn got: “Gelek caran bêyî ku tu sedemeke cihê baweriyê hebe, endamên me ji aliyê asayîşê ve tên revandin û binçavkirin. Lê ji niha şûn de em ê vê zilmê qebûl nekin û rê nedin tu endamekî me bi ne yasayî were binçavkirin û îşkence kirin.”