3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûran: Çavkaniya têkçûna aboriyê maliyeta şer e

Alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP'ê Ridvan Tûran diyar kir ku heta polîtîkaya şer bi dawî nebe û demokrasî neyê avakirin, têkçûna aboriyê wê neyê rawestandin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Berpirsyarê Komîsyona Aborî û Çandiniyê Ridvan Tûran li ser têkçûna aboriya Tirkiyeyê li navedan giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Tûran got, “Hîn mehek di ser hilbijartinê re derbas nebûye welat ketiye nava lepên tengaviyeke aborî ya mezin ku ji ya beriya niha girantir e” û wiha dewam kir, “Aboriya Tirkiyeyê aboriyeke welê ye ku ne pêkan e bi Supermenan bê sererastkirin. Aboriya Tirkiyeyê tenê bi polîtîkayeke aboriyê ya alternatîf, bi hilberîneke alternatîf û polîtîkaya parvekirinê dikare sererast bibe.”

Tûran anî ziman ku daneyên nerast ên TUÎK’ê bi xwe jî radixin pêş çavan bê enflasyona xurekê di ser rêjeya ji sedî 50 re ye û got, “Halbûkî rêjeya rasteqîn ji vê gelekî zêdetir e.”

Tûran ragihand ku polîtîkayên heyî karê çandiniyê aniye ber qedandinê û got, “Polîtîkaya ku xwe dispêre peydakirina çavkaniyên ji derve, wê Tirkiyeyê bêhtir deyndar bike, bêhtir xizan bike.”

‘Budçe ji bo şer tê xerckirin’

Tûran got, “Kûrbûna krîz’ên aboriyê desthilatdaran naguherîne lê otorîterîzmê kûr dike” û wiha dewam kir, “Qet nebe demên faşîzmê yên li Îtalya û Almanyayê mînakên şênber ên vê yekê ne. Krîzên aboriyê nabin sedema guhertina desthilatdariyan, dibe sedem ku meylên li ser berfirehkirina otorîterîzmê zêde bibin.”

Tûran destnîşan kir ku armanc û karê wan ê sereke ew e ku enflasyonê kêm bikin, dahat xizanan û kedkaran sererast bikin û got, “Ev jî bi demokrasiyê dibe. Bi plankirina hilberîna demokratîk dibe.”

Ridvan Tûran diyar kir ku ew baş zanin bê aborî çawa dikare bê sererastkirin û got, “Em hemû bi hev re dibînin ku çavkaniyên ji şer, sermaye, ÎHA, SÎHA re têne xerckirin eger ji xizanan re bên xerckirin wê aborî sererast bibe, her kesê kêfxweş bibe.”