21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê di navbera hikûmeta Şamê û komên çete de didome

Li gundewarên Idlibê û Laziqiyê topbaran û şer di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Fetih El Mubîn de rû dan. Di van şer û pevçûnan de kuştî û birîndar hene

Vê sibê hêzên hikûmeta Şamê derdora bajarokê Barê yê çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê û gelek dever li çiyayê El Ekrad ê bakurê Lazîqiye topbaran kirin.

Her wiha çeteyên Fetih El Mubîn li eniya Kefer Batîx ê rojhilatê Idlibê komeke hêzên hikûmeta Şamê bi hewanan kir hedef û di encamê de hin leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

ji aliyekî din ve li gorî nûçeya Ajansa (ANHA)’yê di topbarana dewleta tirk a li ser gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê de 4 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.

Duh jî çeteyên Tehrîr El Şam 2 êrîş û çeteyên Ehrar El Şam bi êrîşekê navendên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundewarên Heleb û Idlibê kirin hedef. Di encamê de 12 leşkerên hikûmeta Şamê û 3 çeteyên Terîr El Şam hatin kuştin û ji her du aliyan 23 birîndar çêbûn.