spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir

Komîsyona OHAL’ê ku dê dema peywira wê di 22’yê çileyê de bi dawî bibe, derheqê 127 hezar û 292 serlêdanan de biryar da û ji van dosyayan 109 hezar û 332 jê red kir.

Dema peywirê ya Komîsyona Lêkolînên Kiriyarên Rewşa Awarte (OHAL) dê di 22’yê çileyê de bi dawî bibe. Komîsyonê, derheqê hemû serlêdanên di dema peywirê de ji bo wê hatine kirin de biryar da. Komîsyonê ji 127 hezar û 292 serlêdanan 17 hezar û 960 jê erê kir û 109 hezar û 332 dosya jî red kir.

Ji serlêdanên ji hêla komîsyonê ve hatine erêkirin 72 jê derheqê komele, weqf, wargehên xwendekaran, kanalên televîzyonê û rojnameyan de ne. Ji biryarên redkirinê derheqê ji sedî 95’an de agahiyên lêpirsîn/teqîbatê hene û yên ku li dadgehên cezayên giran cezayê hefsê lê hatiye birîn jî ji sedî 55 in. Di biryarên redkirinê de tenê derheqê ji sedî 55’an de agahiyên têkildarî piştgiriya darayî û veguhestina pereyan heye. Piştî bangawaziya Bank Asyayê jî tenê ji bo sedî 40’an kiriyarî hatiye kirin. Yên ku bikarhinêriya “ByLock” hatiye tespîtkirin ji sedî 35 û yên ku bi îdiaya rêxistiniya “FETO” yê ya di nava emniyetê de jî ji sedî 30 e.

Peywîra wê 3 caran hate dirêjkirin

Di çarçoveya OHAL’a ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an hatiye ragihandin de gelek KHK hatin weşandin û bi van KHK’yan 131 hezar û 922 kiriyarî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 125 hezar û 678 kes ji peywira cemaweriyê hatin girtin, payeya 3 hezar û 213 kesan jê hate girtin, biryara girtina 2 hezar û 761 sazî û dezgehan hate dayîn û têkiliya 270 kesên li derveyî welat perwerde didîtin bi xwendekariyê re qut kirin.

Ji bo ku derheqê serlêdanên KHK’iyan de biryarê bidin, di 23’yê çileya sala 2017’an de bi KHK’a hejmar 685’an ve Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê ku digotin ji bo 2 salan derbas dibe, di 22’yê kanûna 2017’an de dest bi pêvajoya biryardayînê kir. Dema peywira komîsyonê cara 3’yemîn bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hate dirêjkirin. Peywira komîsyonê di 22’yê çileyê de bi dawî dibe.