21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin

Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’î ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin di roja 16’an de didome. Parlamenteran diyar kirin ku îktîdar hewl dide bi siyaseta tecrîdê siyasetê dîzayn bike û wiha got: “Divê dengê birêz Ocalan tavilê bê bihîstin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 16’an de berdewam dike. Parlamenterên HDP’ê Kemal Pekoz, Siddik Taş, Erol Katircioglû, Remziye Tosun, Nûran Îmîr, Garo Paylan, Huseyîn Kaçmaz û Erdal Aydemîr tev li nobeta îro bûn. Nobet li Deriyê Dîkmen ê Meclisê hat girtin û parlamenteran dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê e” hilgirtin.

Di nobetê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun got ku li Girava Îmraliyê tecrîdeke xedar heye û wiha got: “Ev bû du sal ku ji birêz Ocalan agahî nayên girtin û malbat û parêzerên wî nekarin biçin serdanê. Nobeta me ya edaletê ya li dijî vê tecrîdê jî didome. Heta ku em encamekî bi dest dixin jî dê nobeta me bidome.”

 ‘Bi israra tecrîdê şerekî qirêj tê meşandin’

Bi domdarî Tosun bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê û wiha domand: “Hemû mafên gelan tên binpêkirin. Bandoreke neyînî ya tecrîdê li ser jin û ciwanan heye. AKP-MHP bi israra xwe ya tecrîdê re siyaseteke qirêjî dimeşînin. Hewl didin bi rêya tecrîdê siyasetê dîzayn bikin.”

‘Divê dengê Abdullah Ocalan were bihîstin’

Di berdewamê de Tosun got ku divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê parêzer û malbat bikarin hevdîtinan pêk bînin. Divê raya giştî têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya birêz Ocalan were agahdarkirin. Divê dengê birêz Ocalan were bihîstin. Di navbera salên 2013 û 2015’an de dengê birêz Ocalan hate bihîstin lewma jî darbestên zarokên gelên me nedihatin. Em baş pê dizanin ku dema agahî ji birêz Ocalan hatin girtin, dê pêvajoyeke birûmet dest pê bike. Lê belê îktîdara AKP’ê vê pêvajoya aloziyê didomîne. Lewma ji 7 salî heta 70 salî hemû kes tên tecrîdkirin.”

 ‘Dê çalakiyên me li her qadê bidomin’

Bi domdarî Tosun bi lêv kir ku bi çalakiyên xwe hewl didin daxwazên cemaweriyê bînin ziman û wiha bi dawî kir: “Divê Wezareta Dadê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û rê li ber veke ku malbat û parêzer bikarin biçin Îmraliyê. Heta ku ev yek pêk tê jî dê çalakiyên me yên li her qad, kolan û meydanan bidomin. Ji ber ku êdî ev xaka ji xwînê û komkujiyan têr bû. Divê demek beriya demekî agahî ji birêz Ocalan werin girtin.”