spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sibê li Amed û Êlihê sersala kurdî tê pîroz kirin

Li Êlih û Amedê wê sibê bernameya serê salê bi aktîvîteyên cuda û konseran were pîrozkirin

Serê salê ku êvara 13’ê Çileyê ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin, wê li gelek bajaran bi aktîvîteyên cuda were pîrozkirin. Li Êlihê di çalakiya serê salê ya îsal ku dê ji aliyê Rojnameya Batman Burada ve were organîzekirin de de gelek hunermend derkevin ser dikê û şano were pêşandan.

Bernameya li Êlihê wê li Eywana Dawetê ya Elegance ya li Taxa Korikê were lidarxistin. Di aktîvîteya ku dê bi serenavê “Serê salê binê salê” dest pê bike de hunermend Aram Serhat, Şêrzat, Evîn Bati, Koma Sorjiyan, Omer Yeşîl, Baran Çelebî, Kolektîfa Rîtmên Azad û dengbêj dê stran û klamên xwe bêjin.

AMED

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî di 13’ê çileyê de bi hevkariya Îva Organîzasyonê bi boneya “Sersala Kurdan” li Eywana Dawetê ya Avayê ku li Semta Dîclekenta Peyasa Amedê ye dê saet di 19.00’an de pîrozbahiyekê li dar bixe. Di pîrozbahiyê de hunermend Azad Bedran, Hediye, Kadîr Çat û dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.