15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Îsraîl û Filistînê di roja 14’emîn de didome

Di şerê Îsraîl û Hamasê de hejmara miriyan 5 hezar derbas kir. Destûr hate dayîn ku alîkariya mirovî ji deriyê sînor ê Refahê derbasî Xezayê bê kirin. Îsraîlê ragihand ku wê li ser sînorê Lubnanê bajarokekî vala bike

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ku Xezayê di bin kontrola xwe digire, di bombebaranên Îsraîlê de herî kêm 3.785 kes hatin kuştin ku 1.524 ji wan zarok bûn. Zêdeyî 12 hezar kes birîndar bûn.

Li aliyê Îsraîlê jî hejmara miriyan ji 1.400 zêdetir e ku 306 jê leşker in. Artêşa Îsraîlê diyar dike ku 203 kes ji aliyê Hamasê ve dîl hatine girtin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku cenazeyê 1500 şervanên Hamasî ku di roja destpêkê ya êrîşê de ketibûn xaka Îsraîlê, dîtine.

Ji dîmenên peykê asta hilweşînê

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) a Neteweyên Yekbûyî, li Xezayê 2.185 avahî bi temamî hilweşiyan û 5.434 mal jî zirarên giran dît.

Li gorî Wezareta Avakirinê ya Herêmî 8.840 malên din jî hilweşiyane. Ev hilweşîn li hin herêmên ku ji êrîşan bandor bûne, ji peykê jî tê dîtin.

Îsraîl bakjarokekî Lubnanê jî vala dike

Îsraîl xwe ji tevgereke bejahî amade dike, bi Hîzbûllah a Lubnanî re jî şer zêdetir dibe.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniya ku roja Îniyê dayî, ragihand ku wê bajarokê Kiryat Shmona ya xwedî 25 hezar nifûsê, vale bike. Herêma ku cîranê sînor ê Lubnanê ye, ji 7’ê Cotmehê ve di bin metirsiyê de ye.

Alîkariyên mirovî wê derbas bibin

Tê payîn ku alîkariyên mirovî yên ji bo Filîstîniyên ku li Xezayê asê mane, vê roja Îniyê bikevin bajar.

Misirê roja Pêncşemê ragihandibû ku ew destûr dide ku alîkariyên mirovî li ser sînorê deriyê Refahê derbasî Xezayê bibin. Beriya rojekî Îsraîlê erê kiribû ku ev derî vebe.

Sefîrê bilind ê Israîlê Tirkiyê terk kir

Li aliyê din Sefîrê Bilind ê Enqereyê yê Îsraîlê Irit Lillian bi dîplomatên din ên Îsraîlî re ji Tirkiyeyê çû.