spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi fuzeyan êrîşî baregeha amerîkî ya li Bexdayê kirin

Li dijî bargeha Amerîka ya li nêzî balafirgeha paytexta Iraq Bexdayê êrîşeke bi fûzeyan pêk hat

Ji şerê Îsraîl-Hamasê û vir ve ku 7’ê Cotmehê destpê kir, li hemberî baregehên Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî yên li Iraqê êrîş zêde bûne.

Li gorî medya Iraqê, li hemberî baregeha leşkerî ya amerîkî ya li nêzî balafirgeha Bexdayê sibeha Înê bi fuzeyan êrîş hate kirin. Hate ragihandin ku yek ji fuzeyan li derdora baregehê ketiye, yên din jî bi sîstema parastinê hatine bêbandorkirin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê roja pêncşemê li nava baregeha hewayî ya Ayn El Esad teqînek çêbû ku yekîneyên Emerîkî û navneteweyî lê ne. Hate ragihandin ku teqîn piştî êrîşa bi roketan rû da. Baregeha hewayî ya Ayn El Esad li wîlayeta Anbarê ye.

Heman rojê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jî bi droneyê êrîş li baregeha leşkerî ya Emerîkî hatibû kirin.