spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salvegera Peymana Edeneyê de planên dewleta tirk

20′ê Cotmehê salvegera Peymana Edeneyê ya di 1998′an de di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk de hatiye îmzekirin. Dewleta tirk vê peymanê wekî derfet  hîna jî ji bo planên xwe bi kar tîne

Nûçegîhanê Ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA) Yehya El Hebîb bi minasebeta salvgera peymana  Edeneyê nûçeyek amade kir û li ser berjewendiyên Tirkiyeyê yên li ser vê peymanê rawestiya. Nûçeya ANHA wihaye:

Hikumeta Şamê bi serokatiya Hafiz El Esed bi dewleta tirk a dagirker re di 20′ê Cotmeha 1998′an de Peymana Endeneyê îmze kir. Di wê peymanê de Şamê dev ji berpirsiyariyên xwe berda û hişt ku pêkhateyên bingehîn ên Sûriyeyê ku kurd e were hedefgirtin.

Piştî nakokî û dijminatiya di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk de ev peyman hate îmzekirin. Dewleta tirk bi hinceta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Sûriyeyê ye, gef li hikumeta Şamê xwarin, hêzên xwe sewqî sînorê Sûriyeyê kir û kaxiza avê bi kar anî.

Şam tawîzan dide Tirkiyeyê

Piştî Şamê gefên hevalbendiya Tirkî-Îsraîlî yên 1996′an de hîs kir û ji ber ku pişta xwe dide ava Firatê, her wiha Misir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Brîtanya û Îsraîlê zext lê kirin, di dawiyê de serî ji zextên dewleta tirk re danî. Dûre Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket.

Ocalan di parêznameya xwe ya yekemîn de li ser mijarê wiha dibêje: “Hevkêşeya rê li ber pêvajoya derketina min a ji Sûrî vekir, hînê balkêştire. Têgihiştina ez ji Sûrî derxistim, ya rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurd a Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patrontiyê rabûye. Ji lewra di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez riya wê qebûl bikim ez vexwendim. Lê ji bo vê jî ez ne ji alî exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm.”

Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan got: “Rêveberiya ereb a Sûrî nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihurin. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYA′yê û Sowyetê peyda bûbû. Piştî ku Sowyet ji hevdu ket ji Sûrî nedihat ku ti têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûrî bi min re –bi PKKê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkî ya di salên 1958’an de li ser Sûrî û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK weke amûrekî baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku wê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurd veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.”

Ruxmî derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê, lê piştî 11 rojan Peymana Edeneyê hate îmzekirin. Dewleta tirk ev peyman ji bo şerê li dijî kurdan û pêkanîna timayên xwe yên dagirkirina xaka Sûriyeyê bi kar anî.

Xalên peymanê

Di bend û pêvekên peymanê de dûrxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê, bidawîkirina baregehên partiyê li welat û li ser sînor hebûn. Ji wê zêdetir jî hikumeta Şamê lîste bi navên çalakger û siyasetmedarên Kurd û alîgirên tevgera rizgariya Kurdistanê li hundirê Sûriyeyê amade kirin.

Di pêveka 3′yan a peymanê de nakokiyên her du welatan li ser sînor bi dawî kirin, anku hikumeta Şamê mafê Sûriyeyê ya daxwaza Lîwa Iskendorin ji dest da. Niha jî li Tirkiyeyê bi navê wîlayeta Hatayê tê naskirin.

Di peymanê de pêvekeke din hate zêdekirin, ew jî hêzên dewleta tirk  dikarin heta 5 kîlometre derbasî xaka Sûriyeyê bin û li gorî pêvekê: “Aliyê Sûriyeyê fêm dike ku binketinên wê di pêkanîna tedbîr û erkên ewlehiyê yên li gorî peymanê de mafê dide Tirkiyeyê ku tevahî tedbîrên ewlehiyê yên guncaw li hundirê Sûriyeyê heta kûrahiya 5 kîlometre bigire.”

Ne tene 5 kîlometre 30 kîlometre dagir kir

Bi hatina Beşar Esed li ser desthilatê re, têkiliyên Sûriyeyê-Tirkiyeyê bi pêş ketin, di wê demê bi dehan çalakgerên Kurd hatin girtin û ewlehiyê hêza xwe ferz kir. Êdî têkiliyên kesayetî di navbera Beşar Esed û Erdogan de bi serdanên her du aliyan xurt bûn. Beşar Esed bo razîkirina Erdogan dev ji gelek berjewendiyên Sûriyeyê berdan, sûkên Sûriyeyê ji bo kel û pelên Tirkiyeyê vekirin. Bi wê re bandoreke neyênî li kel û pelên Sûriyeyê kir, bi taybet li sûkên Helebê.

Di 22′yê Kanûna 2010′an de wezîrê Karên Derve yê Şamê Welîd El Muelim û hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Ehmed Dawûdoglu peymana ewlehiyê îmze kir, di serî de ′guhartina′ Peymana Edeneyê. Da ku tedbîrên tund û fireh ên hevkariyê li dijî Kurdan bigirin, ji ber ku bi komên terorîst wesif kirin.

Hikumeta Beşar Esed di ketina dewleta tirk de li nava civaka Sûriyeyê alîkarî kir. Di destpêkirina krîza Sûriyeyê ya 2011′an de ew yek derfet girt. Dostê Beşar Esed, Recep Tayyîp Erdogan ê yekemîn ku xebata ji bo hilweşîna rejîma Esed û dagirkirina xaka Sûriyeyê kir.

Bi piştgiriya dewleta Tirk ji komên çeteyan li Sûriyeyê re, hikumeta Şamê nikarî hebûna xwe îsbat bikira û herêmê biparasta. Hikumeta Şamê ber bi herêmên ku ew dibîne herî girîng in ve vekişî. Wê demê Kurdan xwe bi rêxistin kir, partiyên xwe yên siyasî û hêzên leşkerî ava kirin, piştre dendika Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku niha hemû pêkhateyên herêmê beşdar in, ava kir.

Erdogan ev peyman ji bo rewakirina ketina li nava xaka Sûriyeyê bi kar anî, lê piştre li dijî vê peymanê derket. Di naveroka vê peymanê de hevkarî û koordînaya hevbeş di navbera dewleta tirk û Şamê de heye. Lê dewleta tirk şerê tevahî kesên li pêş pêkanîna armancên wê sekinîne kir, ji wan jî artêşa Sûriyeyê. Ev yek berovajî peymanên ku şert kirine ku artêşa Sûriyeyê sînorê Sûriyeyê kontrol bike. Artêşa tirk herêmên Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz, Raî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Li gorî peymanên hatine îmzekirin divê artêşa tirk ji van herêman vekişe.

′Tirkiye zerarek mezin dide Sûriyeyê

Nivîskar û lêkolînerê Sûriyeyî Mihemed Îsa der barê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Nabe em li peymanê binêrin ku belgeyeke lihevkirinê ya navbera 2 dewletan de ye ku pirsgirêka xwe çareser bikin, lê belê îtaetkirina li hember hêza Tirkiyeyê ya pêşketî, bihêz û sûdê ji NATO û Amerîkayê werdigire. Dewleta Tirk hêza xwe ji bo têkbirina vê peymanê erkdar kir û bi kar anî. Bê guman siyaseta dewleta Tirk zirarên mezin bi berjewendiyên nîştimanî yên Sûriyeyê kir û hîna dike, serweriya dewleta Sûriyeyê li ser xaka wê bin pê kir û ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî ji terorê weke pirekê pişta xwe dayê.”

Li peymanek nû diğerin

Piştî dewleta Tirk a dagirker hewl da gelek herêmên Sûriyeyê dagir bike û Erdogan soz da ku li mizgefta Umewî, piştî hilweşîna ′Rejîma Sûriyeyê′ nimêje bike, her wiha bi ketina Rûsya û Îranê û piştgiriya hikumeta Şamê re, armancên dewleta Tirk a dagirker ji hilweşîna rejîmê veguherî şerê Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Li gorî bûyerên heyî, timayên dewleta Tirk li xaka Sûriyeyê vedigere beriya qonaxa serxwebûna welat û beriya wê. Ji wê demê ve dewleta Tirk li derfetekê digire ku timayên xwe pêk bîne û hewl da di wê demê de carekê bi rêya hêzê û careke din bi rêya xapandina rejîmên desthilatî li Sûriyeyê kirine têkilî û peymanên qirêj ava bike da ku destwerdanan xwe dema derfet çêbû, rewa bike.

Niha bi binketina wê ya hilweşîna hikumeta Şamê û astengiya Rêveberiya Xweser ji projeya wê ya piştgiriya îslama siyasî û terorîstan re dewleta Tirk a dagirker hewl dide peymaneke nû û ya li gorî peymana Edeneyê guhartî îmze bike, da ku bi wê re di xakên dagirkirî yên Sûriyeyê de bimîne, mîna li Lîwa Îskenderon kiriye, her wiha amûrên xwe yên îtîlaf û komên çeteyan derbasî xebata siyasî bike.

Der barê mijarê de Îsa wiha domand: “Şopînerê pêşdeçûnên krîza Sûriyeyê dê bibîne ku xwînrijandina ji çêkirina Tirkiyeyê yê Erdoganî bû. Ev siyaseta timaker a ber bi firhebûn û zindkirina dewleta xîlafê ya Osmanê ya bi xwespartina li îslama siyasî û tevgera Îxwan El Mislimîn, berpirsê yekemîn ê herifandina tevgera gelê Sûriyeyê ji destpêkirina wê ve bû. Ji tevgera aştiyane ber bi îslambûn û tundiyê ve bir. Di encamê de siyaseta dewleta Tirk û Erdogan a piştgirîdayîna piranî rêxistinên îslamî yên çekdar ên xwedî çalakiya terorîst li dijî rejîmê bû ku ew jî li dijî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bisekine. Di dirêjahiya krîza Sûriyeyê dewleta Tirk sînor û balafirgehên xwe ji bo pêşwazkirina terorîstên ji tevahî dewletên cîhanê vedikirin û tev li rêxistinên mîna Nesra, Sultan Murad, Tirkistanî, Ensar El Tewhîd, Emşat û hwd kirin.

Îsa wiha li gotina xwe zêde kir: “Ez dibînim ku tu aso ji bo hewldanên Rûsyayê û Îranê yên normalîzekirina cidî di navbera rejîma Erdogan  û desthilatên Şamê de tune ne. Ji ber desthilatên Şamê dijminatiya dewleta Tirk baş dizanin. Serokê Sûriyeyê jî gotina xwe ya bawerî bi Erdogan tune ye, gelek caran di hevdîtinan de dubare kir.”

Armanc planên qirêj in

Têkildarî armancên li ser hewldanên jinûve sazkirina Peymana Edeneyê Îsa wiha pê de çû: “Hewldana Enqereyê ya guhartina Peymana Edeneyê ber bi sazkirineke nû ya peymanê ve dihêle hêzên wê li kûrahiyên nû yên li xaka Sûriyeyê belav bibin, dibe ku heta 30 kîlometre derbas bin. Qirkirina etnîkî pêk bînin, Kurdên Sûriyeyî ji herêman wan bidin koçberkirin û li şûna wan alîgirên xwe yên Sûriyeyî ji Ereb, Tirkmen bi cih bikin, mîna li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din pêk hatiye. Bi wê re gelek armancan pêk tîne; xelasbûna ji barên penaberên Sûriyeyê bi rêya bicihkirina li van herêman. Piştre destkeftiyeke aborî qezenc bike û rûberên nû ji xaka Sûriyeyê dagir bike û bike tirkî. ”

Îsa diyar kir ku ji wan armancan ew e ku gaveke girîng a xelasbûna ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser pêk bîne.

Berjewendiya gelê Sûriyeyê tune ye

Li ser tiştê ji tevahî Sûriyeyiyan û hikumeta Şamê tê xwestin Îsa wiha got: “Bê guman berjewendiya nîştimanî ya bilind a gelê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê ew e ku divê hewldanên Rûsya û Îranêî yên pêkanîna lihevkirinan bi hikumeta Erdogan re qut bikin. Ji wê zêdetir jî divê dijminatî û êrişên dewleta Tirk ên rojane li dijî serweriya Sûriyeyê bixin xana xeteriya cihûyan an jî ji wê zêdetir bikin. Di vê çarçoveyê de Esed di axaftina xwe ya li Lûtkeya Ereban a li Cedayê hatibû lidarxistin de got li ser 2 aqilmendan ku girîngiyê didin berjewendiya welat ne cuda ye, berjewendiya Sûriyeyiyan di cihekî din de ye, berovajî pêşniyarên hêzên derve yên xwedî biryar li Sûriyeyê.”

Nivîskar Mihemed Îsa wiha dawî li gotina xwe anî: “Çareserî di lihevkirina Sûriyeyiyan de ye; rejîmê û oposîzyon. Her wiha bi hemû hêzên li ser erdê aktîf re ye, bi taybet bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re der barê bernameya yekitiya nîştimanî de ku berjewendiyên hemû aliyan were parastin. Bi wê re dewleteke adilane, maf û qanûnê di foruma wê ya serdemê ya dewleta nenaendî ya medenî, ilmanî û demokratîk de ava dibe.”