3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê Israîlê giha Hewlêrê jî

Bi berdewamiya şerê Israîlê yê li dijî Filistînê her ku diçe ev şer berfirehtir dibe û welatên din jî dikişîne nava xwe, li Lubnan, Sûriye, Iraq û heta Yemenê şerê bi wekîl û milîsên Îranê re tê kirin

Ji destpêkê şerê di navbera Israîl û Hemasê de gelek caran Israîlê li ser axa Sûriye, Lubnan û Yemenê êrîşî alîgir û milîsên Îranê kiriye. Her çendî Îranê raste rast xwe tev li vî şerî nekiribe jî bi riya milîsên xwe yên li Sûriye, Iraq, Yemen û Lubnanê car caran êrîşî Israîlê dike.

Li cihên ku destê wan negihîje Israîlê jî êrîşî bargehên Amerîka ên li Sûriye û Iraqê dikin. Bargehên Amerîka ên li Sûriye û Iraqê bi sedê caran ji alî wan komên girêdayî Îranê ve hatin hedefgirtin. Her wiha hûsiyên Yemenê yên ku piştgiriya xwe ji rejîma Îranê digirin jî gelek caran hewl dane ku bi fûzeyan êrîşî Israîlê bikin.

Êrîşa li dijî Hewlêrê

Der barê êrîşa Îranê ya li dijî Hewlêrê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê  Fûad Husên ji CNN re axivî û wiha got: “Îranê Hewlêr bombebaran kir ji ber ku nikare bersiva Îsraîlê bide, ti navendên girêdayî Mossad ên Îsraîlê li Kurdistanê nînin. Îranê Hewlêr bombebaran kir ji ber ku nikare bersiva Îsraîlê bide. Ev binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye”

Ji aliyekî din ve televîzyona fermî ya Al-Alam li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku pasdarên Şoreşê “navendeke” ku wekî dezgeha îstixbarata Îsraîlê (Mossad) li Hewlêrê ye, kiriye armanc.

Huseyîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de li ser axa Iraqê ye. Herwaha got, Îranî naxwazin yan jî nikarin êrîşî Îsraîlê bikin, li derdora xwe li qurbaniyan digerin û ji ber wê jî êrîşî Hewlêrê kirin.

Iraqê der barê êrîşa Hewlêrê de gilî li dijî Îranê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kiriye.

Amerîkayê jî ev êrîş lşermezar kir û Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken li ser platforma “X”ê got ku hikûmeta herêmê şirîkê nêzîk yê Amerîka ye û teqezî li ser şermezarkirina tund ya Washingtonê li hember êrîşa Îranê kir.

Berdevkê Sekteretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştî êrişên Îranê da zanîn, “Rewşa Îraq û herêmê hestyar û aloz e, divê pirsgirêk bi rêya dîyalogê werin çareserkirin.”

Çima êrîşên dewleta tirk nayên şermezarkirin

Bêguman êrîşeke wiha cihê şermezarkirinê û nayê qebûlkirin lê hêjayî bi bîrxistinê ye ku gelek caran dewleta tirk di nava axa Iraq û başûrê Kurdistanê de êrîşên wiha pêk anîne û hema bêje rojane pêk tîne lê ne hikûmeta Iraqê ne jî tu aliyekî din ên navnetewî van êrîşan şermezar dikin.

Her wiha bi sedên caran balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta tirk bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin, binesaziya herêmê tê bombebaran kirin lê kes ji bo wê yekê dengê xwe nake. Cîhan tev li hemberî van êrîşan bêdeng e.

Hema bêje rojane balafirên dewleta tirk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê sivîlan dikuje, saziyên gel dide ber top û bomebaranê, ofîs genim, stasyonên elektrîkê, kargehên binesaziyê bombebaran dike lê hemû cîhan jê re bêdeng e.