spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê kurd tu carî li ber pergalê serî natewîne

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn got ku wan bi berxwedana pêş xistine siyaseta qirêj vala derxistine û wiha axivî: “Kurd netewe û civakek serhildêr e, tu caran li ber dijmin çok nedaniye û serî netewandiye.”

Rejîma Îranê heta niha bi sedan girtiyên siyasî darve kiriye. Li girtîgehan îşkenceyên gelek giran tê jiyîn. Li aliyê din ji xeynî farîsî zimanê din nayê qebûlkirin. Ji xeynî şiî, mezhebên din nayê qebûlkirin. Rejîma Îranê wekî Tirkiyeyê li ser esasê înkar, tepisandin, kuştin û qedexeyan hebûna xwe berdewam dike. Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn têkildarî polîtîkayên Îranê yên li dijî kesên muxalif, polîtikayên zindanan û nêzîkatiya Îranê ya li serziman, çand, bawerî û gelên din pirsên me bersivandin. Pirs û bersiv wiha ne:

Li Îran nêzîkatiya rejîmê ya li ser kesên muxalif û siyasetmedaran çawa ye?

Ya rast heta niha rejîma Îranê li xwe mikur nehatiye ku girtiyên siyasî di girtîgehên wan de hene. Sedema neqebûlkirina girtiyên siyasî jî ji ber naxwaze rewa bike. Heger wan qebûl bike û wek yên siyasî bi nav bikin, pêwîste hiqûq û qanûnek li gor rewşa wan û darizandina wan jî bê diyarkirin. Ev tê wateya qebûlkirina cudahî û pircurehî ya bîr û baweriyên di civakê de. Rejîm bi înkara girtiyên siyasî, dixwaze civakê yekdest bike, îrade wê biçewsîne û xwe weke bi tenê pergala rêveberiyê bigihîne asta xwedayîbûn û neguherîne. Qanûn li gorî bîrdoziya îslama siyasî û şerîetê hatiye nivîsandin û tê sepandin.

Hemû sîstem û darizandin li ser esasê wilayeta feqîh û nîzama mutleq tê birêvebirin. Jixwe hemû qanûnên Îranê li dijî berjewendiyên netewane, helwest û tevgerek li hemberî rejîma heyî wek li dijî Xwedê û îslamê tê destgirtin, darizandin û ceza jî li vê gorê lê tê birîn. Niha hem girtiyên ku bi hukmê cuda, yên siyasî û muxalîf jî di nav hev de li yek bendê têne ragirtin. Bêguman hin girtîgehên taybet jî hene. Girtîgeha Êvîn û Qerçekê mînak in. Li wan girtîgehan kesên ku hukmê wan giran e û ji bo zêdetir di bin her cure îşkenceyê de bigirin tên girtin. Girtîgeha Qerçekê ya jinan e, Êvîn jî ya giştî ye. Lê hin bendên taybet ê jinan hene ku şert û mercên wan pir zehmet û hikmên wan jî pir giran in. Li gel wan nêzîkatiyan jî, heger girtiyên siyasî bi nav bike wê demê wan rewa dike. Li aliyê din xwedî derketinek civakî û navneteweyî çêdibe. Di heman demê de pêwîste li gorî qanûnên navneteweyî jî nêzîkatî bide diyarkirin. Lewra heta niha di fermiyetê de navê girtiyên siyasî bi kar nehatiye. Nêzîkatiyek li ser esasê serkutkirin û bêîradekirinê ye.

Her cure îşkence li wan têne kirin. Rejîm wan mecbûrî itîrafên îxbarî dike. Di çarçoveya poşmantiyê li xwe mikur tên û tên xapandin. Nêzîkatiyên dijexlaqî li wan dikin. Dîmenên wan digirin û belav dikin. Bi belavkirina dîmenan gefan li wan dixwin da ku teslîm bigirin. 24 seatan bi durbînan jiyana wan di kontrolê de digirin. Li girtîgehan her cure karên xirab pêş dixin û pêşî lê nayne girtin. Bi taybet heger hin girtî ji bo wan pir xeteriyê ava bike wan bêyî darizînin û mafê xweparastinê bidin, qetil dikin û darvekirin. Mînak dema Şîrîn Elemholî li Girtîgeha Êvînê tê ragirtin ku hîna darizandina wê bi dawî nebûye, bê ku cara dawî bi kes û karên xwe re hevdîtin bike û heta ji malbat wê û ji wê bixwe ra bê gotin sibeha rojê dibin darve dikin. Gelek girtiyên siyasî û muxalîf bi vî rengî qetil dikin.

Girtiyên bi wî awayî piranî di hucreyên takekesî de têne ragirtin. Ji bo ku bandora wan li ser girtiyên din çênebe wek rêbazek rûtîn bi kar tînin. Gelek kesan ji bo sîxuriya dewletê bike di nav girtiyan de bi cih dikin. Ji bo bê îtîbarkirina kesayetên xwedî helwest û sekin gelek kiryarên nemirovane li ser wan bi rê ve dibin. Dîsa gelek siyasetmedara di nav civakê de bênirx dikin û cezayên sivik didin wan û bêbaweriya civakê ya li hemberî wan kêm dikin. Her bendek (menzel) girtîgehê hejmarek zêde tê de têne ragirtin.

Kurd çiqas dikarin mafê xwe yê ziman, çand û siyaseta demokaratîk biparêzin?

Li Îranê bi giştî ji derveyê neteweya fars tu netewekyek din, li derveyî mezheba şîî tu ayîn û baweriyek din, li derveyî zimanê farisî tu zimanekî din fermiyeta wan li Îranê nayên qebûlkirin. Hemû berjewendiyên neteweyî, ewlekarî, parastin û aborî li gorî nasnameya fermî esas tê girtin. Jixwe dema mijara dibe nasname ne gengaze ku mirov behsa demokrasî û siyaseta demokratîk bike. Lê dema em dîroka çanda jiyan û berxwedana gelan bi taybet a kurdan li parzemîna Îranê temaşe dikin, em dibînin ku bi tekoşîna xwe karîn di herêmên ku kurd, beluc, azerî û ereb dijîn, bi çanda xwe bijîn û bi zimanê xwe biaxivin. Lewra mirov dikare bêje ku herî zêde zemîna siyaseta demokratîk li Îranê heye. Ew ji têkoşîn, berxwedanî û xwedîderketina nirxên xwe yên dîrokî û civakî bingeha xwe digire.

Li her bajareke kurdan rejîm siyseteke taybet û ji hev cuda bi rê ve dibe. Heta niha tu pergal û zihniyetek dewletê nekariye bi temamî gelan ji çand û zimanê wan dûr bigire û siyaseta xwe ya qirkirinê çandî û asîmîlasyonê bi cih bînin. Negihîştine armanca xwe. Nirxên hevbeş ên gelan li ser esasê zihniyetek demokratîk ava dibe. Gelên rojhilatê Kurdistanê heta astekê bi çand û zimanê xwe dijîn. Lê di hêla polîtîk û siyaseta rojane de nikarin xwe bi rê ve bibin. Siyaseta dewletê jî ew e ku bi asta ku karîne bi çand û zimanê xwe bijîn, têrker bibînin û çavên wan ji xwe birêvebirinek demokratîk a xwecihî bigirin.

Çima zêdetir kurd tên girtin û gelek ji wan tên darvekirin?

Esas tenê kurd li Îranê nayne girtin û darvekirin. Ji ber rejîma Îranê çi hêz û kesayetek dijî rejîmê digire û bi cezayên herî giran rû bi rû dihêle. Tu mafekî xweparastinê nadê û bi awayek ji awayan bêbandor dike. Heta niha tu hêz û kesayetek muxlaîf ji girtîgehên Îranê hatibin berdan, nekariye li Îranê bijî û tekoşîna xwe berdewam bike. Ji ber ku ew derfet û zemîna nîne ku xebata xwe berdewam bike. Rejîm hebûna wan li Îranê di nav civak an jî gel de metirsî dibîne û ji bo derketina ji derve re jî pêşî li wan nagire. Rêxistinên mucahidîn, çirîkên fedayî, hizba tude, partiyên kurdî bi siyaseta xwe ya li ser hîmê şerê taybet hemû bi wê avayî bêbandor kirin û dûrî erdnigariya Îranê kirin. Ew rêxistin jî ji ber xwedî tu alternatîf û şêwazek nû ya xwe rêxistinkirinê û xebatê nebûn mehkûmê wan kiryar û siyaseta dewleta Îranê bûn.

Her rejîm û sîstemek netewe-dewlet ji bo ku metirsiyên li hemberî pergala xwe ji holê rake girtîgeh kirine navenda girtina azadîxwaz û demokratîxwazan. Lê ji ber kurd xwedî nasname û tekoşînek ber bi çav in û xwedî li hev derdikevin, tenê bi çekdarî xwe neparastine. Li ser erdnigariya xwe bi çanda xwe li ber xwe dane. Bi tekoşîna li ser xeta Apoyî li rojhilatê Kurdistanê jî di pêşengtiya PJAK’ê de bi kadroyên xwe yên pêşeng ev berxwedanî pêş xistine û ev siyaset jî vala derxistine. Heke ev çendî bi ser kurdan û jinan tên, ji ber çanda wan a berxwedanî û tekoşînê çavkaniya xwe digire. Kurd netewe û civakek serhildêr e, tu caran li ber dijmin çok nedaniye û serî netewandiye.

Ji Qazî Mihemedan bigire heta Şîrîn Elemholî û Hebîbulah Gulperîporan seknek bi vî awayî di hiş û bîra dijmin de ava kirine. Dijmin jî her dem kurd wek prototîpek serkutkirin û darvekirinê azadîxwaz û têkoşeran diyar kirin û xwestine bi wan rêbazan pêşî li tekoşîna wan bigirin. Lê wek wan pêşengan dema birin ber darvekirinê bi gotinên; ‘’Dibe canê me ji me bigirin lê nikarin rûmeta me ji me bigirin’ li zindanên Îranê çanda berxwedanê mayînde kirin. Kurdan di pêşengtiya wan pêşengan de, ji bo hemû civakên Îranê pêşengtiya tekoşîna azadî û demokrasiyê kirin û bedel dan.  Dewleta Îranê bi hişmendiya ‘Karibin kurdan bi girtin, îşkence û darvekirin û wan serkut û bêdeng bike dê bikare hemû fikr û kesayet û rêxistinên Îranê jî mecbûrî siyaset û sîstema xwe bike. Lê kurd li her derê bi têkoşîna xwe bûne xetek azadîxwaz û gelan li dora xwe kom dikin û vê siyaseta rejîmê jî vala derdixin.

Bi giştî çiqas girtiyên siyasî li Îranê tên girtin. Darizandina wan çiqas li gorî hiqûq û zagonan e?

Heta niha tu navendeke çavdêrî ya navneteweyî û civakî ya gel nekariye daneyeke ji girtiyên siyasî werbigire û bi raya giştî re parve bike. Hemû daneyên heyî jî bi temamî rastiya hejmara gitiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de nade nîşandan. Rejîma Îranê bi tu awayî nahêle ku ragihandinên navxweyî li ser girtî û girtîgehan nûçeyan çêbike. Ev tirs û gef li ser malbatên girtiyan jî avakirine û agahiyan parve nakin. Saziyên navneteweyî jî zêde rastiyê aşkera nakin. Ji ber beşek ji wan li gorî berjewendiyên xwe yên bazirganî û siyasî bi dewleta Îranê re tev digerin.

Gelek girtî hene ku doza wan siyasî ye, lê ji ber nayê zanîn ku li ser çi hatine girtin li gor hiqûq û qanûnên ku ji girtiyek siyasî re hatiye diyar kirin nayê darizandin. Dema çalakvanên medenî û siyasî têne girtin heta ku navenda itilata rejîmê lêpirsîna wan neke û kengê guncav dît wê demê girtî aşkera dike û dide navenda darizandina rejîmê. Lê helbet hin kes jî hene demeke dirêj aşkera nake û navenda itlatê çi biryar bigire dadgeh jî li wê gorê darzandin dikin û ceza ji girtî re diyar dikin.

Li gorî siyaseta xwe dadirizînin. Potensiyelek mezin a muxalîfan girtî ye. Lewra heger li gor qanûnê bêne darizandin dê di hêla siyasî de bikeve bin lêpirsînê.

Bêguman ev rewş piştî ku gelek xebatkar û kadroyên PJAK’ê hatin girtin guhertin bi xwe re anîn. Bi taybet bi girtina heval Zeyneb Celaliyan ku nêzîkatiya rejîmê li hemberî girtiyên siyasî û bi taybet girtiyên jin çiqas derveyî pîvan û nêzîkatiyên exlaqa civaka mirovahiyê ne. Wek tevger PJAK û tevgera me ya jin KJAR di şexsê wan girtiyan de xwedî derketin û rojevkirina rewşa girtiyên siyasî û yên jin li Îran her dem di asta navneteweyî û civakî de xiste bin lêpirsînê. Hemû rejîmên heyî bi taybet a Îranê ne li gorî hiqûqan, li gorî berxwedana girtiyan wan didarizînin.

Dema mirov zindanên Îran û Tirkiyeyê bide berhev cudahiyek çawa heye?

Girtîgehên Îranê û Tirkiyê ji hev ne cuda ne. Lê sekn û tekoşîna girtiyên siyasî ya li girtîgehên Tirkiyeyê nêzîkatiya dewletê diguherîne. Girtîgeh li her derê girtîgeh in. Girtîgeh esas potensiyela fikr û enerjiya ku li hember xwe metirsîdar dibînin, wan di mekanên teng de digirin. Lê heqîqeta girtiyek azadîxwaz û demokratîkxwaz em di şexsê Rêber Apo de dibînin û niha jî nimûneya yekemîn e di dîrokê de. Dema sekn û helwest di girtîgehan de hebe esas tu sîstem û siyaset nikarin bigihijin encamê. Ji Goantamo bigire heta girtîgehên girava Îmraliyê û girtîgehên ku bi şêweyên hin tîpên alfebayê çêkirine û heta Girtîgeha Êvînê gelek zindanên din wek sîstemek heta roja îro hatiye. Hin girtîgeh bi navê xwe xof û tirsek di nava civakê de ava dikin. Wek dîwarê mirinê bi nav dikin û li ser dîwar û deriyên wan têne nivîsandin ne xwedê ne jî pêxember li wir nîne. Yanî tenê dewlet bi navê Xwedê li ser rûyê erdê heye. Bi vê yekê dixwazin heviyan bişkînin.  Di girtîgehên Îranê de tu girtiyek siyasî nayne gel hev. Her yek li girtîgeh û bajarek cuda di girtîgehan de radigire. Siyaseta sirgûn çawa li girtîgehên Tirkiyeyê de weke rêbazek tê bikaranîn li girtîgehên Îranê jî bi heman rêbazê girtiyan sirgûn dikin. Ev jî dibe sebeba ku bi demdirêjî kes û xizmê girtiyan nikarin hevdîtinan bi girtiyan re pêk bînin rû bi rû zehmetiyên cidî yên jiyanê tên. Her wiha nikarin xwe perwerde bikin û zaniyariyên pêwîst ji derve de werbigirin.

Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî zindan zivirandine qada perwerde û akademiyên zanistên civakî, siyasî û felsefî. Bêguman em nikarin wê ji sekna ku Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê raber dike û girtîgeha ku li girava Îmraiyêî weke navenda avakirina alternatîfên hemberî pergalên dewletî û sermayedarî binirxînin. Bi wê şêwazê hemû armancên dewletê ji wê esaretê vala derxist. Bi tekoşîn û berxwedana şoreşgerên mezin Kemal Pîr û Sakîne Cansizan çand û dîrokek girtîgehê avabûye.

Girtîgeh jî wek qadek tekoşîn û xebata bîrdozî rêxistin û ev şêwaza li ser girtiyên siyasî yên kurd di girtîgehên Îranê de jî kirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê têkoşîna girtiyên siyasî civakî û girseyî bûye. Li Îranê di şexsê jinan de niha tekoşînek berbiçav li hemberî rejîmê heye û ev bandorê li ser hemû gelên azdîxwazên Îranê jî dike.