7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê taybet ê li Kurdistanê

Jinên kurd îro li her qadên jiyanê li dijî hemû rêbazên şerên taybet li ber xwe didin. Hebûna xwe diparêzin û li hember şerê taybet xwe wek eniyeke şoreşgerî li dijî têkçûna civakê dikin barikat

Ji destpêka xwezayê heta niha her tişt li ser esasê hev temamkirinê çêbûye. Tiştek ku ji bo tiştek din temamker nînbe tune ye. Her tişt di nav hevsengiyê de ye. Jin di nav vê xwezayê de bi afirîneriya xwe derdikeve pêş. Ji ber vê yekê dema em behsa destpêka mirovahiyê bikin divê pêşengiya jinan qebûl bikin.

Bi demê re mêrên ku li pey hêza hewldana hikûmkirina li ser însan û xwezayê ketin bi xwe re pevçûnek anîn. Bi demê re ev pevçûn di nav xwe de teşe guhert û veguherî şer. Di cihek de ji bo em behsa şer bikin divê li wir desthildariyeke ku diwxaze xwe bidomîne hebe. Di roja me de gelek desthilatdarên wek dewlet, ol, mezheb, dewlemed û şîrketên ku li dijî yên ne jixwe şer dane destpêkirin hene. Lê di nav nav şeran de ji bo civakan ên herî talanker bêguman şerên dewlatan ên ku li dijî civakan dane destpêkirin in.

Şerên ku bi destê zilam derketin û bi avakirina dewletan geşbûn jî di pêvajoyên cuda de teşe guhertin. Îro dewletên ku hewl didin li ser dewletek din deshilatiyek ava bikin dikarin serî li şerê çekdarî bidin. Dema hêzek ji bilî şerê fizîkî hewl bide yê hemberî xwe têk bibe vê carê rêbaza şerê xwe li gor heza hemberî xwe diguherîne.  Ji vî şerê ku ne fizîkî li dijî bîr û taybetmendiyên hêza hember tê meşandin re şerê taybet tê gotin. Îro şerê taybet ê di nav dewletan de herî zêde xwe di mijara aborî de dide der. Mînak dema DYA’yê xwest serî li Îranê bide tewandin serî li rêbaza aboriyê da û abargo danî ser berhemên Îranê. An rewşa Tirkiyeyê ya aborî, ku di şerê li dijî kurdan de têk çûye ji bo hemû dewletan bûye hinceta gefan. Ji ber vê yekê ye ku şîroveyên ‘şerê li dijî kurdan dê bibe dawiya Komara Tirkiyeyê’ tên kirin.

Dewlet bi çend rêbazan hewl didin hev têk bibin lê dema ji bo dewletek mijar bibe civaka di nav sînorên wan ên xêzkirî de rêbazên şer bi qasî pelên daran zêde dibin. Ev rêbaz bi awayek berfireh tên fikirinadin û dikevin meriyetê. Dewlet hewl didin bi rêbazên şerê taybet homojeniyek bidin avakirin û hemû çand, bîr, bawerî û neteweyên cuda bikin yek.

Di şerê taybet de jin

Wek ku me li jor jî got şer û yek ji rêbaza wî şerê taybet bi hewldana desthilatdariya mêr pêş ket. Di dîrokê de şerê taybet cara yekemîn li ser jinan pêk hat.  Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku qûrbanên yekemîn ên şerê taybet jin in û ev şer di roja me de xwe bi rêbazên tacîz û tecawizê dide meşandin. Tacîz û tecawiza em behs dikin ne tenê ji aliyê zayendî ve ye. Di nav polîtîkayên dewletê de tacîz û tecawiza li ser bîr û hişê jinan jî bi tacîz û tecawiza li ser bedena jinan tê kirin re derdikeve pêş. Mînak di nav desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi rêbaza olperestiyê  (ku yek ji rêbaza şerê taybet e) jin ji her qadên jiyanê hatiye dûr xistin. Hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide bi vê rêbazê jinan ji civakê qut bike. Jinên ku li gor wan tevnagerin jî wek dijberê îslamê dide nîşandin. Bi vî awayê di nav civakê de dijberiyek dide avakirin. Bi vê dijberiya ku daye avakirin hebûna xwe 20 sal e dide domandin.

Kurd û şerê taybet

Hikûmetên hatine û çûne li gor demê her çiqas rêbaz guhertibin jî şerê xwe yê li dijî kurdan her dewam kirine. Îro AKP-MHP li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê her çiqas hewl dabe bi rêbaza olperstiyê encam bigire jî li Kurdistanê rêbazên xwe yên şerê taybet bi awayên cudatir bi kar anî ye.

Li Kurdistanê şerê taybet bi şerê fizîkî yê li dijî gerîla re bi awayekî derûnî jî li dijî civakê tê meşandin. Mirov dikare bibêje ku rejîma heyî hewl dide li Kurdistanê bi şerê derûnî xwe bigihîne encamekî. Li ser vê hewldana encamgirtinê di şexsê civaka kurd de êrîş li ser jinên kurd tê kirin. Mînak di her rojên ku derbas dibe de polîs û leşkerên li Kurdistanê tên erkdarkirin destdirêjiya li dijî jinên kurd zêde dikin. Mixabin ev destdirêjî ne tenê ji aliyê leşkeran ve ji aliyên cerdevanên ku bi eslê xwe kurd in lê bi şerê taybet ji xwezaya xwe dûr ketine jî pêş dikeve. Tacîz û tecawiza ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve tê kirin jî ji aliyê hiqûqa dewleta mêrperst ve tên parastin.

Parastina tecawizkaran

Mînaka vê yekê ya herî dawî li Derika Mêrdînê pêk hat. Li Mêrdînê cerdevan Yakûp A. û hevalên wî Çetîn T. û Suûd Ç. ku bi hinceta bi awayekî sîstematîk tecawizî jinekê kirine hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan.  Her çiqas parêzer li dijî berdanan wan derketibin jî daraza ku girêdayê hikûmetê ye îtîrazên parêzer red kir û parastina tecawizkaran domand.

Li dijî vî şerê ku bi salane bi awayekî hovane tê meşandin jinên kurd bi tu awayî rola qûbaniyê bi temamî qebûl nekirine û rêbazên xwe yên têkoşînê xurtir dikin. Çawa ku nûnerên aqilê desthilatdarbûnê dibêjin ‘destpêkê li jinan bidin’ jin jî çavkaniya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk Rêber Apo ya ku dibêje  ‘Destpêkê jinan rizgar bikin’ esas digirin.

Ji ber vê yekê ye ku jinên kurd îro li her qadên jiyanê li dijî hemû rêbazên şerên taybet li ber xwe didin. Hebûna xwe diparêzin û li hember şerê taybet xwe wek eniyeke şoreşgerî li dijî têkçûna civakê dikin barîkat.