4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizanî ji şer û şer ji tecrîdê dertê

Prz. Mahmût Şakar bal kişand ser hêzêzn şerxwaz ên di nava dewletê de û diyar kir ku di bingeha xizaniyê de şer heye, di bingeha şer de jî tecrîd heye û wiha got: “Divê em bi xebatên xwe tecrîdê bişkînin.”

Desthiladar ji bo xwe xurttir bikin, bi aweyekî hevpar bi polîtîkayên şer rê li aştiyê digirin. Desthilata AKP- MHP’ê ku xwe li ser siyaseta şer û tecrîdê ava kiriye, ji bo temenê xwe dirêj bike, tecrîda li Îmraliyê kûr dike. Tecrîd bi her awayî bandorê li jiyanê dike. Şer dijwar dibe û gel bêtir xizan dibe. Tecrîd îro bandora neyînî li hemû gelê Tirkiyeyê dike. Der barê tecrîd û bandora wê de Parêzer Mahmût Şakar ji rojnameya me re axivî. Mahmût Şakar di destpêkê de bi bîr xist ku di hevdîtina dawî ya bi rêberê PKK’ê re li ser meselaya şer û aştî hat sekinandin û wiha got: “Ji 2011’an heta 2019’an bi parêzeran re hevdîtîn çênebû. Beriya hilbijartinê heremî di sala 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk hat. Di meha gulan û tebaxê de hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtina dawî ya bi birêz Ocalan re li ser meselaya şer û aştî hat sekinandin. Di hevdîtinê de birêz Ocalan got ‘Ez texmîn dikim dewlet dîsa dixwaze erîşî Rojava bike.’ Birêz Ocalan xwest ku pêşiya van êrîşan bigire da ku pêvajoya şer dest pê neke. Ji ber vê yekê bang û daxwaziya wî hebû. Got ‘Em dikarin pêşî li şer bigirin û ew hêza min heye. Hefteyek derfet hebe ez ê çareser bikim û nehêlim şer biqewime.’ Xwest ji bo şer bi dawî bibe derfet bidinê ku karibe aştiyê bîne. Wî didît ku wê di pêvajoyê de şerekî giran dest pê bike. Ji ber ku wî xwest wê pêvajoyê vegerinê aştiyê.”

Hêzên şerxwaz derketin pêş

Şakar balkişand ser nêzakatiya dewletê û wiha pêde çû: “Nezîkatiya dewletê cuda bû. Di nav dewletê de hêzên şerxwaz derketin pêş. Wê demê birêz Ocalan got ku herhalde piştî darbeya 15’ê tîrmehê de van Erdogan teslîm girtin. Ji Erdogan re dibêjin yan şer yan tiştekî din. Erdogan jî şer dihildibijê re. Erdogan di dawiya dawî de xwe teslîmî dewletên kûr kir. Ji ber wî her çû şer dijwar bû. Piştî vê hevdîtinê pir tişt qewimî. Dewletê erîşî Serêkaniyê, Girêspî kir. Bi hezar mirov koçber bûn. Hemû mal dagirkirin. Bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Siyasetmendarê kurd Hevrîn Xelef qetil kirin. Piştî re erîşî Qandîl, heremên parstina Medya yê û gelek heremên din kirin. Di van êrîşan de çekê kîmyewî bikar tînin. SÎHA, ÎHA û çekên qedexe bi kar tînin. Şerekî qirêj dimeşînin.”

Aştî û çareseriya demokratîk

Şakar anî ziman ku ev şerê bêqanûnî û bêehleqî her diçe mezin dibe û wiha got: “Dewlet li dijî gelê kurd bakûr, başûr, rojava û heremên Parastina Medya şer didomîne. Ev şer hem bêqanûniyê hem jî dijmirov e. Birêz Ocalan dixwast pêşiya vê qirêjiyê bigire. Dewletê derfet neda birêz Ocalan. Dewletê ew tecrîd kir. Nêzî sê salin agahî ji birêz Abdullah Ocalan tune. Ji 21’ê Adarê 2021’ê heta niha qet agahî tune ye. Piştî ku tecrîdê dest pê kir, şerê dijwar pêş ket. Ji 1993’an heta niha Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan hemû siyaset û fikrê xwe li ser aştî û çareseriyeke demokratîk dimeşîne. Hemû parêzer, gel û dostê me jî ev dît.”

‘Aştî wê bi hevdîtinê pêk bê’

Prz. Şakar diyar kir ku tecrîd bi her alî bandorê li jiyanê dike û wiha axivî: “Em baş dibînin ku çiqas tecrîd kûr dibe şer dijwar dibe. Dema em karibin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û ew li ser vê pêvajoyê biaxive wê ev şer sar bibe. Ku aştî pêk bê dê baweriya gel xûrttir bibe. Em karin bibêjin hevdîtina bi Ocalan re tê wateya aştiyê. Dema hevdîtin pêk bê wê siyaset nerm bibe, pêvajo vegere aştiyê. Ji tecrîda giran ne tenê kurd, Tirkiye jî ji aliyê aborî çand, siyasî, yanî ji çar aliya ve pirsgirêk dijîn. Ji ber tecrîda girankirî gelê kurd canê xwe dide, gelê tirk jî jiyaneke rezîl dijî. Koletî, xizanî zêde dibe. Di bingeha van hemûyan de şer heye, di bingeha şer de jî tecrîd heye. Eger hevdîtîn pêk bê, dê heviya çareseriyê jî çêbibe. Ev qas pere ji şer û hêzên kontra re diçe. Ger ku pere ji şer re nêyê veqetandin wê Tirkiye ji aliyê aborî de baştir bibe. Bi aştiyê pirsgirêka aborî çareser dibe. Her tişt bi tecrîda li ser birêz Ocalan ve girêdayiye.”

‘Gel Piştgîrî dan birêz Ocalan’

Şakar bi lêv kir ku rakirina tecrîdê dê derfetê aştiyê zêde bike û wiha bi dawî kir: “Di 2013’an de li Newroza Amedê bi milyonan mirov banga aştiyê guhdar kir û li cem birêz Ocelan cih girt. Gotin ku banga aştiyê qebûl dikin. Ev helwesta kurdan pir girînge. Îro tecrîd didome ew jî tê wateya ku divê em xebatê kûrtir, bi domdarî û îstîkrarî bimeşînin ku tecrîd rabe. Divê em xebatê xwe nû bikin û tecrîdê bişkênin. Divê hemû sazî û dezgehê sivîl kêmasiyên xwe bibînin û xebatên xwe pêş bixin. Dengê wî ji bo Rojhilata Navîn aştî ye. Di cotmehê de birêz Ocalan mecbûr ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Ji xwe 15’ê sibatê jî komplo çêbû. Banga min li hemû gel, sazî û dezgehê me ew e ku xebatê xwe nû bikin û li dijî tecrîdê têkoşîneke xurt pêş bixin.”