3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn: Bi gotina ‘Keştî xerabe ye’ tecrîdê dest pê kir

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê û yek ji parêzerên ewilî yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Eren Keskîn, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê ji roja ewilî ve dest pê kiribû û got: “Ji roja ku gotin ‘Keştî xerabe ye’ tecrîdê dest pê kiriye

Hêzên Navdewletî di pêşengiya DYA, Îsraîl û Îngîlîstanê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1999’an bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê derxistin. Van hêzên navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin û xistin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Piştî ku anîn Tirkiyeyê, di 31’ê gulana 1999’an de li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ya Hejmar 2’yê darizandina wî dest pê kir. Heyeta dadgehê di danişîna dawî ya 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê lê birî. Piştre jî ev ceza veguherandin cezayê muebbeta giran. Bi vî cezayî re Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.

Bi anîna Ocalan a Tirkiyeyê re li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê kurd û dostên kurdan rabûn ser piyan û çalakiyên girseyî pêk anîn. Her qonaxa darizandinê ku Abdullah Ocalan weke “Şanoya Îmraliyê” pênase dike, bi astengkirin û hewldanên lînçkirina parêzeran dest pê kir. Parêzerên ku her tim zext lê dihat kirin, bi êrişên polîs, leşker û komên nîjadperest re rû bi rû diman û gef lê dihatin xwarin.

Di 16’ê sbibata 1999’an de ku çalakiyên li dijî komploya navneteweyî dest pê kiribûn, rojnameger li Cîgira Serokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn geriyan û pirsa “Gelo hûn dê bibin parêzera Abdullah Ocalan?” jê kirin. Keskîn, di demên berê de ji rojnameya Yenî Yaşamê re nivîsek nivîsandibû û digot ku her kesî pirsa “Gelo dê çawa dest pê bike?” ji hev dikir. Keskîn, di nivîsa xwe de got, di roja 5’emîn a anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Osman Baydemîr li wê geriyaye û di hevdîtinê de pirsa “Tu bi me re yî?” jê kiriye û wê jî bersiva “Erê” daye. Keskîn, anî ziman ku bi vî awayî parêzertiya Abdullah Ocalan li xwe girtine. Keskîn, da zanîn ku wan bi 12 parêzeran dest bi parastaina Abdullah Ocalan kirin û piştre ev hejmar zêde bû. Keskîn, di nivîsa xwe de wan rojan wiha vedibêje: “Wan rojan ji her derê bêhna mirinê dihat. Mirov li naverasta kolanan dihatin lînçkirin, gef dihat xwarin, bi awayekî eşkere nefret dihat birêxistinkirin û di rojnameyan de hedef dihatin nîşandan.”

Keskîn, diyar kir ku wê demê li rexekî tundî dihat birêxistinkirin, li rexa din jî piştevaniya kurdan xurt dibû. Keskîn, anî ziman ku roja çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta “keştî xerabe ye” hatiye astengkirin, roja destpêkirina tecrîdê ye.

Hevseroka  Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, 25’emîn sala komploya navneteweyî û qewimînên piştî anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal re nirxand.

Keskîn diyar kir ku tu çarçoveyeke hiqûqî ya anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî nîne û got: “Di dema birêxistinkirina komployê de Abdullah Ocalan li gelek welatan serlêdana îltîcayê kir. Lê tu welatan ev serlêdan qebûl nekirin. Li ser vê yekê radestî Tirkiyeyê hate kirin. Hêzên navneteweyî, bi vê helwesta xwe ya li dijî Abdullah Ocalan re hemû peymanên navneteweyî jî binpê kirin. Hêj ji destpêkê ve hiqûqa navneteweyî û ya navxweyî hatibû binpêkirin. Anîna birêz Ocalan a Tirkiyeyê, awayê binçavkirina wî û piştre jî girtina wî, tevek jî bi awayeke derhiqûqî hatin kirin. Tiştên wî û parêzerên wî piştî girtinê jiyayîn, bi temamî binpêkirina hiqûqa navxweyî bû. Ev derhiqûqtî îro jî bi astengkirinên keyfî didome.”

 Parêzerên destpêkê

Keskîn, da zanîn ku dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, yek ji parêzerên wî yên ewilî jî ew bû û wiha axivî: “Ji ber vê yekê rojnameger her tim li me digeriyan. Em ji daxuyaniya Bulent Ecevît hîn bûn ku birêz Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Dema me ji ewilî bihîstî, em tevek çûn pêşiya girtîgehan. Ji ber ku îxtîmala serhildaneke mezin hebû. Fikarên me hebûn. Hemû kes di şoqê de bû. Me digot; ‘Ji vir û şûnde dê çi bi pirsgirêka kurd bibe? Di mijara hiqûqî de dê çi were kirin?”

Ewil 12 parêzer kom bûn

Keskîn destnîşan kir ku di roja 5’emîn a anîna Abdullah Ocalan de Osman Baydemîr li wê geriya û xwest bi wê re hevdîtinê bike û wiha qala wê hevdîtinê kir: “Ji bo ku tu kes fêm neke em ji bo çi civiyane, em çûn restoraneke pir luks. Rewşeke pêkenok bû. Ji ber ku cihê em çûbûnê cihê sosyeteyê bû. Me digot li wir kesek me nas nake lewma em çûn wê derê. Em pir kin rûniştin. Osman tenê pirsa ‘gelo tu jî bi me re yî?’ kir. Min jî got; ‘erê.’ Ev qas. Piştre jî me ji bo civîna li Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) bang li hevalan kir. Cara ewil em 12 parêzer hatin gel hev. Rojek piştre jî em çûn Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM).”

‘Em parêzerên Ocalan in’  

Keskîn, bibîrxist ku rojek piştre ji bo daxwaznameyê bidin çûne DGM’ê û wiha lê zêde kir: “Ez, Ahmet (Ahmet Zekî Okçuoglû) û Osman Baydemîr ketin odeya dozger û me got; ‘Em parêzerên Ocalan in, dixwazin pê re hevdîtinê bikin.’ Dozger hêrs bû û bi kîneke mezin li me nihêrt. Piştre jî di dest de daxwazname, di nava odeyê de çend caran hat û çû. Piştre rûnişt û weke ku mistekî li maseyê bixe daxwazname îmze kir û got; ‘bibin û herin.’ Piştî kirariyên daxwaznameyê em çûn ÎHD’ê. Komele pir qelebalix bû û bûbûn du cûn. Aliyekî digot; ‘hûn dê komeleyê bidin girtin’ û aliyê din jî çepik lê didan, dirûşm berz dikir. Me got; ‘Em parêzer in. Ji bo parastina kesekî em destûrê ji komeleyê nagirin. Mîna her kesî, mafê parastinê yê Abdullah Ocalan jî heye.’ Bi vê yekê re pêvajo dest pê kir.”

 ‘Li dijî me dirûşmeyên nijadperest berz dikirin’

Eren Keskîn, daxuyand ku piştî doz girtin, qet derfet çênebûn ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û wiha dom kir: “Ji ber ku em Cîgirên Serokê Giştî yê ÎHD’ê bûn, komeleyê nexwest ez û Osman biçin hevdîtinê. Cara ewil Hatîce Korkut û Ahmet Zekî Okçuoglû çûn hevdîtinê. Piştî hevdîtinê, me li Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê ya li Cagaloglûyê daxuyanî da. MED TV’yê dixwest daxuyaniyê zindî biweşîne. Lê ji ber ku derfet tune bûn, hevalê me Îmam Şahîn xwe dirêjî bin maseyê kir, di dest de telefona berîkê ji MED TV’yê re dengê zindî dişand. Dema daxuyanî dihat kirin, li derve qiyamet rabûbû. Komeke ji berê ve xwe birêxistin kiribû li dijî me dirûşmên nîjadperest berz dikir, gef dixwar û kevir diavêtin. Piştî daxuyaniyê em çûn midûriyeta emniyetê û me jê xwest ku parastvanan bigirin. Midûrê emniyetê got; ‘hûn çawa hatibin bi heman awayî herin.’ Hevalekî din ê parêzer jî got; ‘Em li Konsolosxaneya Amerîkayê bigirin, bila ew me biparêzin.’ Li ser vê yekê ketin nava tirsê û em bi wesayîtên zirxî ji wir derxistin. Me talûkeyeke mezin derbas kir.”

 Rojnameyan ew teşîr dikirin

Keskîn, bi lêv kir ku piştî daxuyaniyê ji hêla medyayê ve weke hedef hatine nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Avahiya ez lê dimam ji serî heta binî bi pankarta ‘çi şad e yê dibêje ez tirk im’ hatibû daliqandin. Me 6 mehan nekarî biçin malên xwe. Rojnameyan her roj wêneyên me diweşandin. Bi taybet jî li ser nasnameya jinê pir êriş dikirin. Ewqas gefên mirinê dihatin xwarin ku êdî di dawiya dawî de Taha Akyol di rojnameya Milliyetê de nivîsek nivîsand. Di nivîsa xwe de ji bo me digot; ‘Ew peywira xwe ya parêzertiyê dikin. Êrişên li dijî wan xelet in.’ Piştî nivîsa Akyol, êriş hinek sekinînin. Me piştre fêm kir ku ew êriş ji hêla navendekê ve dihatin birêxistinkirin.”

Ji destpêkê ve tecrîdê dest pê kir

Keskîn, da zanîn ku ji roja ewil ve li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê ketibûn meriyetê û ev tişt anî ziman: “Ev tecrîd jî bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ dest pê kiribû. Di roja me de jî di bin navê ‘cezayên disiplînê’ de tê domandin. Tu îzaheteke vê rewşê ya hiqûqî û mantiqî nîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cezayê muebbeta giran ê li Abdullah Ocalan û Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, biryara binpêkirinê dabû. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo bicihanîna vê biryarê di 29’ê tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) dan. Tevî serlêdanê jî ji sala 2021’an tu guhertin nehatin kirin.

Hiqûqa navneteweyî bêdeng bû

Divê birêz Ocalan ne tenê weke girtiyekî were nirxandin. Bêdengiya hiqûqa navneteweyî ya di vê mijarê de cihê rexneyê ye. Yên ji xwe re dibêjin muxalîf jî li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng in. Ji bilî siyaseta kurd, tu partiyeke siyasî dengê xwe dernaxîne. Muxalefet û îktîdar xwedî heman zîhniyetê ne lewma mirov vê bêdengiyê fêm dike.

Polîtîkayên tecrîdê dike ku pirsgirêka kurd hîn kûrtir bibe. Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Ocalan aktorê herî mezin e. Bêdenghiştina aktor, tê wateya bêdengkirina gelê kurd û neçareserkirina pirsgirêkê. Di halê hazir de mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, dewlet bi xwe ye. Heke li vê xakê aştî çêbibe, ev yek girêdayî daxwaza dewletê ye. Ji ber ku dewlet niha naxwaze, şer didome. Girtîngtirîn navenda vê neçareseriyê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heke tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dê aştiyeke nû li vê xakê aj bide.”