spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Seyîd Evran dê bi girseyî bê oxirkirin

Rojnamevan, nivîskar, şoreşger û lêgerê heqîqetê Seyîd Evran ê ku ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da, dê sibe bi awayekî girseyî ber bi bêdawîbûnê ve bê oxirkirin

Rojnamevan Seyîd Evran ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê ya lêgerîna heqîqetê û ragihandina rastiyan de derbas kirin, 22’yê îlonê ji ber nexweşiya dil koça dawî kir. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) jî duh (25 îlon) bi daxuyaniyekê şehadeta Seyîd Evran ragihandibû û derbarê kesayet-têkoşîna wî de agahî dabûn. Cenazeyê têkoşerê pênûsa azad Seyîd Evran dê sibe (27’ê îlonê) de bi awayekî girseyî ber bi bêdawîbûnê ve bê oxirkirin. Bernameya merasîmê ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Cizîrê ve tê organîzekirin, dê saet di 11.00’ê 27’ê Îlonê de ji ber morga bajarê Qamişlo destpê bike. Cenazeyê Evran dê ji vir bê wergirtin û li ser milan bi meşê bibin Şehîdgeha Şehîd Delîl Saruxan.

Piştî meşê dê li goristanê merasîm pêk bê û cenaze bispêrin axê.