1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan nehişt malbata Evran şînê dîne

Malbata rojnameger Seyît Evran xwest ji bo Seyîd Evren şînê dîne. Lê polîsan nehişt malbat şînê dîne

Kedkarê Çapemeniya Azad rojnameger-nivîskar Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.  Malbata Evran a li navçeya Hênê ya Amedê xwest li Mala Şînê ya Navendê ji bo 3 rojan şînê dîne. Lê polîsan nifteya mala şînê ji xwediyê avahiyê girt û nehişt malbata Evran şînê dîne. Polîsan ji endamên malbatê re got; ‘Em nahêlin hûn şîna xwe li mala şînê dînin. Ji bilî endamên malbatê, hûn nikarin li tu devereke din şînê deynin.”

Li ser vê yekê malbata Evran şîna xwe li pêşiya mala xwe ya li taxê danî. Dê şînên ji bo Evran li vir bên qebûlkirin.