7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serfiraziya Newroza 2022’yan

Me bi pêşengtiya jinan meha adarê têr û tije derbas kir. Bi qasî xebat, coş û berxwedana meha adarê nirxandina wê jî gelekî girîng e helbet; Newroza 2022’yan çi nîşanî me da, çi peyam da gelê kurd û hemû bindestan. Li Kurdistanê me bi navê Xerîbe Gezer a ku bi tundî û zordariya di girtîgehê de rûbirû ma û hatibû qetilkirin, dest bi xebata 8’ê Adarê kir. Li Tirkiyeyê jî bi navê Deniz Poyraz a ku di avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de ji aliyê faşîstekî DAIŞ’î ve hat qetilkirin, me dest bi xebatên 8’ê Adarê kir. 8’ê Adarê û Newroz bi xwîna gelên bindest, bi canê jinên serhildêr ava bûye. Em wekî nifşên niha jî Newrozê bi şahiyan pîroz dikin.

Ked û xebatên me jinan ên meha adarê ne tenê ji bo 8’ê Adarê, ji bo hêz û bingeha Newrozê bûn jî. Lê hema weke rexneyê ez ê van jî bibêjim; di xebatên Newrozê de jin û mêr bêtir bi hev re dixebitin, lê ji bo 8’ê Adarê em mêran kêm ligel xwe yan jî li kêleka xwe dibînin. Lê jinên kurd di fikr û pratîka xwe de‘’wekhev’’ û bi jiyana komunal tev digerin her wiha civakî ne jî. Bi ya min yek ji sedema qelsiya xebatên 8’ê Adarê li gorî Newrozan jî ev e. A din xebetên 8’ê Adarê bi qasî xebatên Newrozê bi berfirehî neketine di nava gel de, ji vî alî ve Newroz bêtir bi awayekî xwezayî tê pîrozkirin. Gel ji ber xwe ve li benda Newrozê dimîne, xebatên wê bi awayekî xurt nemeşe jî dema gel dengê muzîkê bi bihîze yan jî agirekî bibîne wê biçe li dora wî agirî govendê bigire. Ev jî ji hêla Newrozê ve êdî bûye xwebirêvebirineke xwezayî. Lê di mijara 8’ê Adarê de jin dîsa bi tena serê xwe ne. Divê êdî em xebatên 8’ê Adarê jî weke xebatên Newrozê bikin xwezayî. Bi fikra ‘’jin azad nebe civak azad nabe’’ rabûn û rûniştineke xwezayî û dîsa bi vê fikrê alîkariya hemû cinsan bi hev re bibe dê baştir nebe gelo?

Li ser rûyê cîhanê tu jin be ji xwe tu di bin zext û zoran de yî, îcar tu jineke kurd be tu 2-3 caran di bin van zextan de yî. Helbet wexta jina kurd bixwaze mafê xweyî herî xwezayî yê prostestoyê yanî jî şahî û bernameyên xwe li dar bixe wê 2-3 caran zêdetir li rastî astengiyan bê. Me jinan îsal bi hemû xeml û serhildaniya xwe dîsa weke her car têkoşîna xwe ya 8’ê Adarê pêk anî û bi wî ruhî em meşiyan xebatên Newrozê jî.

Me ji ber xwe ve hema tenê weke gotinekê negotiye sala 2022’yan sala kurdan a serkeftinê ye, sala azadiya jinan e. Em ji bo van gotinên xwe vala nehêlin, bi hemû hêza xwe xebatan dimeşînin. Bername û şahiyên me yên 8’ê Adarê û Newrozê jî bûn nîşaneya van gotinan. Ez dibêjim zihniyeta erkî û dewletê jî ev hêza me dît û ji ber vê yekê bi awayekî astengdar û provokatîf xwestin pêşiya van xebatên me bigirin. Em hûr bi hûr behs bikin wê neqede, lê heta ji me bê li hemû deveran em ê behs bikin. Newroz tenê ne cihê reqskirinê yan jî kêfxweşiyê ye. Her kurdeke xwenaskirî dizane qada Newrozê qada têkoşînê ye, qada berxwedanê ye. Ji ber ku gelê kurd ji bo wî agirî, wê çirûskê pêxe xwîna xwe, canê xwe da ye. Dîsa her kurdê/a bi xwenaskirî dizane ku wexta diçe wê qadê diçe berxwedanekê. Bi vî ruhî me cil û bergên xweyî kurdewarî li xwe kir û me berê xwe da qada Newrozê. Cil û bergên me, çand û nirxên me qedexe kirin. Heta zarokên me yên 3-4 salî ji ber ku cilên neteweyî li xwe kirin binçav kirin. ‘’zarokên 3-4 salî ha, ne yên mezin’’. Ala Kurdistanê ya ku rayedarên dewletê didin pişta xwe û li ber wê muzakereyan dikin, ji bo gel qedexe dikin.
Yanî min di serî de jî got, jixwe em rêz bikin wê neqede; belê me ev dît, gelê kurd qehr, hêrs û tijebûna di dilê xwe de di vê Newrozê de li hemû bajarên me bi yekdengî weke qîrîniyekê derxist holê. Ev yek li hemberî hemû şert û mercên hewaya xirab, berf, bahoz, baran, herî û hwd. li hemberî xwe tu astengî qebûl nekirin. Em li hemû bajarên xwe bûn bersiv.