19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nehêlin zarok bên kuştin

Xelîlê Zînê

Li Kurdistanê şerek heye. Lê dewleta tirk ku şerê li Kurdistanê dimeşîne wekî şer bi nav nake. Ji ber ku dema navê şer lê bike divê li gorî pîvan û rêgezên şer tev bigere. Divê li gor pîvan û zagonên navdewletî tev bigere. Her çend dewleta tirk navê şer li van kuştin û êrîşan neke jî di encamê de zarok, jin, kal û pîrên kurd tên kuştin. Çiyayên Kurdistanê têne bombebarankirin. Çekên kîmyewî li ser kurdan tên barandin. Herî zêde zarok tên kuştin.

Zarokên ku tên kuştin jî tev li nava bajaran tên kuştin. Polîs û leşker zarokên kurdan di bin tekerên maşîneyên zirxî de dipelçiqînin û dikujin. Li gor dane û raporan di 15 salên dawî de zêdetirî 50’î kes ku ji wan 20 zarok bûn bi maşîneyên zirxî hatin kuştin. Heta niha polîs û çawişên pispor li gorî edaletê nehatin cezakirin. Wekî sûcdar nehatin dîtin û hatin parastin.

Delîl hatin windakirin. Der barê lêpirsîna polis û leşkerên kujer de biryara neşopandinê hat dayîn. Her çend doz hatin vekirin û danişîn tên dîtin jî polîs û leşkerên kujer beşdarî danişînan nabin. Serbest digerin. Hem serbest digerin û hem jî dîsa li ser peywira xwe ne. Dema polîsên tev li danişîna dozê dibin jî tevî çeka xwe tev li danişînê dibin. Lê rojnamegerên ku dixwazin dozê bişopînin nikarin tevî wênekêşa xwe derbasî salonê bibin. Ev jî nîşan dide ku dadger û dozger an ji polîsan ditirsin an jî polîs û leşkeran diparêzen. Dozgerên ku divê li gorî edaletê lêkolîn û lêpirsînê bikin, em dibînin ku yan delîlan kom nakin an jî delîlan vedişêrin û rastiyan bincil dikin.