18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 124’an de berdewam e

Zêdetirî 4 mehan e gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî desthilata dewleta Îranê serî hildaye. Medyaya Rojhilat der barê israra gel de diyar dike ku yekane rê serkeftin e

Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, di 13’ê Îlonê de li Tehranê ji aliyê “Polîsên Exlaq” yên dewleta Îranê ve hate girtin û 16`ê Îlonê di encama îşkenceyê de hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna Emînî re li dijî sîstema desthildar a Îranê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelên Îranê gihaştin hev. Tevî zext, kuştin, girtin û darvekirinan jî ev 124 roj e xwepêşandan dewam dike.

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de, di beşa 5`an a “Parastina Kurdên di nava pencê qirkirina çandî de” de têkildarî krîza Îran û Rojhilatê Kurdistanê şîrove kirine û çareseriya krîzê jî wiha destnîşan kiriye: “Di siberoja nêz a Îranê de heye ku em şerekî rastî yê modernîteyê bibînin. Ya rastî, Şoreşa Îslamî ya 1979’an şerekî modernîteyê bû, lê çeloxwarî kirin, ji rê derxistin. Gelên Îranê bi dersên ji vê şoreşê û demên dîrokê derxin, di siberoja nêz de ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi şerên modernîteyê ku bikare rê li ber serdemeke nû veke, bibe sedema bûyerên hêjayî dîroka xwe, hêjayî dîroka Rojhilata Navîn.”

Sakîne Cansiz: Ev wehşet qeder nîn e

Di heman demê de ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) jî der barê jinên Rojhilatê Kurdistanê de wiha dibejê: “Ev wehşet, qeder nîn e. Jinên Faris, Belûç, Azerî û Kurd xwedî wê hêzê ne ku bikarin hesreta xwe ya dîrokî pêk bînin.”

Dewleta Îranê li hember serhildana ku 124 roj e bê navber dewam dike, ketiye nava xofeke mezin ku desthilatdariya wê hilweşe û ji bo tepisandina tevgera gel hemû cureyên tundiyê bi kar tîne.

Têkildarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya gelên Îranê û rewşa dawî ya li herêmê, endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Medya Rojhilat ji ajansa me re axivî.

Medya Rojhilat anî ziman ku bi dewamkirina xwepêşandanan re zilm û tundiya dewleta Îranê gihaştiye lûtkeyê û wiha dom kir: “Rejîm bi hijmendiya qirkirin û qetilkirinê heya niha li dijî xwepêşandanan qetlîaman dike. Ev sûc roj bi roj dijwartir dibe. Bê guman li dijî van sûcan gel jî bi paş de gavê naavêje û serkeftin wekî rêya yekane hilbijartiye. Zilma dewleta Îranê bû sedem ku gel ji bo serkeftinê xwe feda bike.”

Tirsa dewleta Îranê ji jinan

Medya Rojhilat destnîşan kir ku daxwaz û armancên xwepêşandêran asta hicabê (sergirtin) derbas kirine, ji lew re dewleta Îranê ji van xwepêşandanan ditirse. Medya got dewleta Îranê li dijî jinan siyaseta tunekirin û nehesibandinê dimeşîne û wiha dewam kir: “Tu maf û qanûnên ji bo jin û Kurdan tune ne. Jin van siyasetan û koletiyê êdî qebûl nakin. Komara Îslamî ya Îranê dizane ku jin xwedî hêzeke mezin in, eger ev hêz baş bê birêxistinkirin dê dewamkirina rejîmê zehmet be. Tirsa rejîma Îranê jî ev e. Li dijî van siyasetên dijberî jinan dirûşma `Jin Jiyan Azadî` bersiva jiyaneke alternatîf e. Serhildana `Jin Jiyan Azadî` serhildana tevahî jinan û gelên Îranê ye û yekitiya wan îfade dike.”

Bi qanûnan hewl didin serhildanê bitepsînin

Medya Rojhilat diyar kir ku dewleta Îranê bi rêya derxistina hin qanûnan dixwaze serhildanan bê bandor bike û ev tişt lê zêde kir: “Tevî wê jî siyaseta xwe ya xerab didomîne. Hîna jî jinên ku hicabê ne li gorî qanûnê deynin, wan ceza dikin. Ji ber wê siyaseta durûtiye dimeşîne lê bi vê siyasetê nikare gel bixapîne. Gel bi vê ne bawer e ku dixwazin guhertinên bingehîn çêbin. Ev jî bi hilweşandaina vê desthilatê ye û avakirina sîstemeke demokratîk e.”

‘Divê xwedî li xwepêşandanan derkevin`

Têkildarî helwestên cîhanê yên der barê xwepêşandanan de Medya Rojhilat destnîşan kir ku li hemberî van siyasetên Îranê helwesta cîhanê hebû, piştgiriya xwepêşandanan hat kirin lê rê li pêşiya darvekirin, qetilkirinan nehat girtin û helwestên tund nehat dayîn. Medya Rojhilat, anî ziman ku divê piştgirî zêdetir bibe û got: “Di dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de cara yekem serhildanek wiha dirêj diajo. Her wiha cara yekem e ku hemû gelên li Îranê wekî Kurd, Ereb, Belûç, Azerî dibin yek û li dijî desthilatdariyê derdikevin. Hêvî û biryara gelan yek e, divê zêdetir xwedî li van xwepêşnadanan bê derketin.”