4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tên ragirtin, dema dibirin dadgehê ji ber li dijî kelemçekirinê derketin, hatin derbkirin.

Sertaç Kiliçarslan û Huseyîn Osman Por ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tên ragirtin, ji ber “cezayê dîsîplînê” yê hatiye birîn sewqî Dadgeha Înfazê hatin kirin. Girtiyên ku dema dibirin dadgehê du caran bi awayekî bi paş ve hatin kelemçekirin, îtîrazî rewşa heyî kirin û dirûşm berzkirin. Girtiyên ku ji ber dirûşm berzkirin, ji aliyê leşker û gardiyanan ve hatin derbkirin, dema li dadgeha ku birinê mûameleya li wan hate kirin vedigotin, careke din hatin derbkirin. Hate diyarkirin ku girtiyê bi navê Sertaç Kiliçarslan ê ku di dema sewqkirina wan a dadgehê û li eywana dadgehê de hate derbkirin, di destê wî de janên giran destpêkirine û ji ber ku nebirine nexweşxaneyê nehat zanîn ku milê şikestiye an na. Hate hînbûn ku difina Huseyîn Osman Por jî şikestiye û dadgeh jî ji vê rewşê re bêhelwest maye.

Li şûna nexweşxaneyê ew xistin hucreyê

Kiliçarslan ê di encama derbkirinê de di destê wî de janên giran destpêkirin û Por ê difina wî şikestî nebirin nexweşxaneyê. Girtiyên ku li girtîgehê jî nebirin revîrê, xistin hucreyên yek kesî.

‘Bila mafên mirovan bên pêkanîn’

Xwişka Kiliçarslan, Nesîhat Kiliçarslan, anî ziman ku tiştên her du girtiyan jiyane bi rêya axaftina bi telefonê hînbûne. Kiliçarslan, anî ziman ku niha her du girtî di çi rewşê de ne nizanin û wiha got: “Em dixwazin ji zilma li girtîgehê re bêjin bes e. Di encamê de mirov in û weke mirovan mûameleyê nakin. Li girtîgehan zextek û zilmeke cuda heye. Tehamula me nema. Ne tehamula me ne jî ya wan nema. Em ê çi bikin nizanin. Em diçin ber girtîgehan nabe, diçin ber edliyeyan nabe. Bila ev zilm bi dawî bibe, dixwazin mûameleya mirovan bikin. Bila mafên mirovan bên pêkanîn.”