spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rohnayî

Jiyana mirov, dîrok û hebûna civakê, her dem ne wek dîroka fermî ye. Jiyana mirov, aliyekî jiyana civakê ye. Îca civaka bindest wisa bêyî dîroka nivîskî dimîne, lewra serdest dîroka bindestan li gorî dilê xwe dinivîsin. Ev e malkambaxî û malwêranî… Rewşa me kurdan jî wisa ye; bela û musîbetên ku hatine serê me, yên ku zordestan em kirine destik û yên ku wan anîne serê me; hem, her tim di bin pûş de ye.

Divê em wî pûşî rakin, ne kesî din. Ji ber vê; divê em kurd dîroka xwe binivîsin, çi bi rêxistinî, çi civakî, çi eşîrî, çi bi takekesî; civîna van axaftin, kilam, mesele û nivîs ew ê bibe rastiya me… Em rastiya xwe nizanibin nîrê bindestiyê wê her û her di stûyê me de be.

Divê em tariya dîroka xwe ronî bikin ku em roja xwe û dahatûya xwe tekûz bikin. Ev ronîkirin karê rewşenbîr, dengbêj, hozan, nivîskar û her wekî din, barhilgirên çandê ne.

Dema ku ûjdan nerihet, lêgerînê rastiyê û azadiyê be, mirov xwe bide ber bar; divê mirov hilgire; bibêje, binivîse; xwe ji ber berdêlê nede alî. Yan na ew ê rastî çawa li holê be, derkeve rastê û edalet, mafdarî pêk were. Wek civaka kurd, wek gelê kurd bi qasî zilm, tehde mafxwarî hatiye serê me; bi zaneyî yan jî bi cahili me jî tehde li mirov, gel, bawermendên cuda yên li derdora xwe, cîranên xwe, heta li birayên xwe yên bawerî cuda jî kirine. Ji bonî ku kevir li ciyê xwe rûnê û jiyaneke azad, wekhev, bêmêtingerî, kedxwarî û biratî pêk were, divê mirov şaşî û qenciyên xwe bîne ziman, binivîse, lêborînê têxe jiyanê ku hem ûjdan rihet bibe, hem nîrê bindestiyê bişkê û hem jî jiyaneke wekhev azad, azadîparêz û demokrat bê jiyandin. Yanî him rexneyî, him jî xwerexneyî.

Temam em îro di bin nîrê zilmê de ne, neheqî, mafxwarî, talanî li ser me pêk te; ya divê mirov ji bonî vê binivîse ku gel, civak, nevîyên me rastiyê bikaribin bibînin, şirove bikin û li gorî wê siyasetê bikin. Bê heq nayê gotin “ên zane û nezan ne wekhev in.” Bar zêde li ser milê zaneyan e. Hilbet zaneyê dirust û rasteqîn, ne yê sexte… Îca divê mirov serpêhatî, bîranîn, ji dîroka malbatê bigire heta ya eşîr û derdorê, bi bêterefî binivîse, ev wek peywir û bar li ser milên rewşênbir, nivîskar û hunermendan e û bi vê dê rohnayî xurt bibe û jiyan rohnayî be. Rohnayî di zanebûn, anîna ziman û li gorî heqîqetê jiyîandinê de ye.

Hilbet wê bê gotin ku rastî cuda û li gorî şert û merc û serdestî-bindestî û çînê ye, guherbar e. Rast e. Lê tiştên li gorî ûjdana mirovan, ên bingehîn ên jiyanî hene ku mirov divê wana esas bigire. Demokratî ev e; înkar na, qebûlkirin û rêzdariya ji hebûnê re û ji her kes, gel, çand û baweriyê re wekhevî hin ji van esasan e. Ev sedsal in, em kurd tên înkarkirin û em ji mafên bingehîn en mirovîn bêpar in. Li Rojhilata Navîn her baweriyên cuda û netewe-dewlet û hevkarê wan ê cîhanî vê rastiyê binpê dikin û her û her şer, neheqî û talan e. Pêşîgirtina vê rêzdarî ji hebûna gelê kurd û mafên wan ê esasî, jiyanî û mirovî re ye û ji her gel û baweriyên ku wekî me tên pelixandin… Deriyê ku vê veke rohnayî; yanî nivîs, zanînî pêkanîn û gotin û rêzdariya heqîqetê ye. Herê wek ku Geothe gotiye; “hê zede ronayî..!”