28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Jîna Emînî di hefteya 5.mîn de berdewam dike

Di destpêka hefteya 5.mîn a xwepêşandanên ku bi nerazîbûnên li dijî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin, bi tevlêbûna xurt berdewam dike. Çalakvanan bang li gelê Îranê kirin ku bi dirûşmeya destpêka dawiyê dakevin kolanan û xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Tevî astengiyên mezin ên li pêşiya xwepêşandêran û birîna internetê ji ser hin malperên dijîtal û tevî tundiya hêzên dewletê dîsa jî gelê Îranê dikare bi rengekî xurt xwepêşandanên xwe berdewam bike.

Çalakvanan bang li xwepêşandêran kir ku li qadan li hev bicivin da ku bikaribin bi hesanî internetên xwe bi riya pergala VPN’ê girêbidin û astengiyên rejîmê ên li ser girêdana internetê derbas bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ciwana kurd Jîna Emînî di 16’îlonê de ji alî ‘polîsên Exlaqê’ ve hatibû binçavkirin û di bin çavan de bi işkenceyê hatibû kuştin.