28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ker çû!

Avedîs

Heft sal berê di Azadiya Welat de li vî berberojkî hefteyê carekê me civat li dar dixist. Lê malwêranan dîwarê berberojkê me mohr kiribûn û civaka me belav kiribûn. Piştî heft salan careke din ji heman berberojkî silaveke germ bo we hemûyan.

***

Rojekê rêwiyek dibe mêvanê dergehekê. Kerê xwe li axurê girê dide, êm û ava wê datîne ber û radibe diçe dergehê. Sofiyên li dergehê bi hatina mêvan dikevine nava fikaran. Çend roj e nîvbirçîne, ne xwarinek û ne jî şerbeteke ku îkramî vî rêwiyî bikin heye.

Radibin dadikevine axurê, bi hefsarê kerê rêwî digirin û dibin difiroşin. Bi pereyê wê jî barek xwarin, fêkî û vexwarin distînin û vedigerin dergehê. Sîtilan datînin ser êgir û xeberê didin derdorê ku li dergehê ziyafet heye. Xwarin dipêjin, sifre tên raxistin û di serî de mêvan û piştre niştecih li derdora xwarinê dicivin.

Piştî têr dixwin êdî dest bi witr û zikran dikin, semayê digerînin. Mêvan jî ji vê kêf û îhtiramê kêfxweş e. Jêtirê ev ziyafet tev ji bo şerefa wî hatiye dayin. Sofî û cemaet ewqas ji xwe ve diçin êdî bi cezbê dikevin û dibêjin ‘ker çû’, ‘ker çû’, ‘ker çû’. Mêvan jî xwe nagire û ew jî dîsgotina ‘ker çû’ bi wan re qîr dike. Derengiya şevê herkes vedikişe û mêvan jî bi zikekî têr, dilekî rihet serê xwe datîne ser balîfê û radizên.

Serê sibehê radihêje xurcika xwe davêje ser milê xwe û dadikeve axurê. Dinihêre kerê wî tune ye. Jêtirê kerê wî birine ser avê. Piştî çend kêliyan dibîne ku xizmetkar hat lê destevala. Jê re dibêje ‘ka kerê min?’ Xizmetkar jî dibêje kerê te duh firotin û bi pereyê wê jî ew ziyafeta şevê din dan.

Mêvan hêrs dibe û dibêje, ‘Ev çi beredayîtî ye. Te çima min agahdar nekir’. Xizmetkar dibêje ‘ezbenî ji bo ku ez we agahdar bikim hatim dergehê, lê min dît hûn ji herkesî zêdetir bi cezbê ketine û hûn dibêjin ‘ker çû’, ‘ker çû’. Min jî got nexwe haya we jê heye û ez vegeriyame cihê xwe.’

Mêvan serê xwe dixe ber xwe û xurcikê kerê davêje ser milê xwe û bi rê dikeve.

***

Îcar ger mirov gotina xwe li gorî gotina cemaetê araste bike û bêpîvan bibêje dibe mirov jî mîna wî rêwiyî poşman bibe. Kesên xwe nas neke piştek û paldanka xwe nizanibe ha te dît bi ber bayê cemaeteke xirifî ket û gotinên bêpayan ji devê xwe pekand. Bi wan gotinan dilê cemaeta xirifî şad nabe lewre ew bi rastiya ‘çûyina kerê’ dizanin, lê wê dilê piştek û paldanka te bimîne.

Xulase gotina pêşiyan e: Pêşî bipêje piştre bibêje. Bi ber bayê xelkê nekevin.