5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nîlûper (Lîlûper)

Gula Nîlûperê ku dûre di nivîsên erebî de ji ber nebûna dengê “P”yê weke “Nîlûfer” hatiye nivîsandin. Ew weke gula “Sewsena Rojhilatî” û “Helaleya nava avê” û “Lûtûsê” jî tê binavkirin.

Gula Nîlûperê di bîrûbaweriyên kurdî anku Mîtrayî(Zerdeştî, Yarsanî û Êzîdî)yê de:

Gula Nîlûperê di çand û baweriya kurdî de hêmaya mêhr, ronahî û tav anku Mîtraye + av e. Heta di efsaneyê de tê gotin ku Mêhr yan Mêhra yan jî Mîtra di şeva Mêhrê (Yelda) yê de Mîtra ji gula Nîlûperê derket û hate dinyayê. Di baweriya Mîtrayî de Nîlûper hevtuxma Tav û Avê ye, ew di nava avê de şîn dibe lê herdem berê wê li tavê ye û bi hilhatina tavê re serê xwe vedide. Bi avabûna tavê re serê xwe digire. Di çax û dema mediyan de gula Nîlûperê hêmaya Mîtra û yezdanê bûye heta dema Sasaniyan jî ku hêmaya Mêhr-Mîtra, Anahîta û Ahûrayê bûye. Weke me amaje da Nîlûper di dînên kurdî de pîroz e û bi taybet di dînê Mîtrayî de ku santral û koka hemû dînên kurdî ye ku yek ji wan dînê Zerdeştiyê ye û di Zerdeştiyê de hêmaya Ahûra Mazdayê ye û di nexşên hilkolandî de nexşandine ku gula Nîlûperê di destê Ahûra Mazda de ye û li cem Zerdeştiyan heta niha jî pîroz e.

Li ser gelek kevirenivîsên arkeolojiyên Kurdistanê, nîgarên gula Nîlûperê hatine nexşandin. Bi taybet li herêma Loristanê û bajarê Kirmanşanê li derên “Şûş” û “Taqwosan”û “Texta Cemşîd”e. Nexşa vê gulê weke hêmaya dînê Mîtrayê li ser Taqwosanê li rojhilatê Kurdistanê hatiye hilkendin. Li Kirmanşanê kaniyek heye bi navê “Kaniya serava Nîlûperê” ku gula Nîlûperê tê de geş kirine û niha bûye sembola fermî ya bajarê Kirmanşanê. Li Laleşê û Mêhrabên wê anku şikeftên wê wêneyên gula Nîlûperê hene ku ev jî heman pîroziyên Mîtrayî ne. Her wiha li ser piranî arkeolojî û hilkolên Medyayiyê de heta dema Sasaniyan jî nexşên şahan bi şikleke ku gula Nîlûperê girtine dest weke hêmaya aştî, biratî û hevjiyaniyê ye. Lewma jî gula Nîlûperê weke nîşana mêrevanî, dilovanî û aştiyê ye di nava kurdan de. Bi taybetî di çaxên kevin de.

Di nava civakê de bernas e ku heke di xewn de kesek gula nîlûperê bibîne sûd û fayde ye û hildana wê jî nîşana xemê ye. Her wiha di nava kurdan de gula Nîlûper û Jinsalarî yan jî dayiksalarî ya Mêhrî-Mîtrayî bi gula Nîlûperê tê pênase kirin û pelên wê û rengê wê weke hêmaya jinê hatiye dîtin.

Li welatê Misrê jî gula Nîlûperê tê dîtin û di demên kevin de rêz li Nîlûperê girtine û li der û dîwarên kolandî yên nîgarkirî de di destê şah û keyan de tê dîtin. Her wiha di hunerên yewnanî û romiyan de gula Nîlûperê hêmaya vejînê bûye anku mirin û zabûna nû û hêza ronahiya xwezayê bûye. Ez guman dikim ku heman fikir û baweriya kurdî ya Mêhrî-Mîtrayî bûye û gihiştiye wir jî. Di dînê Bûdayiyê de jî gelek caran nîgara Bûda li ser gula Nîlûperê hatiye nexşandin ku Nîlûper pelên xwe vekiriye û Buda jî li ser pelên Nîlûperê rûniştiye. Ev jî bûye hêmaya cawîdanî û nemiriyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê