17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana li rojhilatê Kurdistanê belav dibe

Li rojhilatê Kurdistanê gel, 42 roj in li ser piyan in û li dijî rejîma Îranê bê navber çalakiyên xwe berdewam dikin. Çalakî li 200 bajaran belav bûne.

Ji 16’ê îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî û vir ve gel li rojhilatê Kurdistanê ser piyan e. Bi taybetî jî di 26’ê cotmehê de ku çilrojiya şînê ya Jîna Emînî bû, li rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan gihîştin asteke nû. Li gel gef û êrîşên kujer ên hêzên dewletê bi hezaran kes daketin qadan.

Di 27’ê cotmehê roja Pêncşemê de li bajarên Mahabad, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwander, Dêwlan, Kamyaran, Sine, Kirmaşan û Îlamê yên rojhilatê Kurdistanê û her wiha gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin. Li Mahabadê hêzên dewletê gule berdan girseya gel. Gelek sazî û bankayên dewletê ji aliyê gel ve hatin şewitandin. Avahiya qeymeqamtiyê jî ji bo demekê kete bin kontrola xwepêşandêran. Hat ragihandin ku di êrîşên hêzên dewletê de gelek xwepêşandêr hatin qetilkirin, gelek jî birîndar bûn.

Li her derî gel ser piyan e

Li bajarê Baneyê di êrîşa hêzên dewletê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Li bajarê Dîwanderê, ji ber çilrojiya şînê ya qetilkirina 2 kesan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li bajarê Xuremawa ya Loristanê, Nîker Şakeremî di çilrojiya qetilkirinê de hat bibîranîn. Li bajêr di çalakiyên şermezarkirinê de dirûşmên li dijî dewletê hatin qîrîn û hêzên çekdar ên dewletê gule berdan girseya gel. Li bajarên Birucêrd û Miyandwawê yên Loristanê jî çalakiyên şermezarkirinê dewam kirin. Li gelek bajaran hêzên Îranê li dijî berxwedana gel neçar man xwe vekişînin. Li bajarên Kerec, Meşhed, Erak, Şuş, Zahidan û gelek bajarên din ên Îranê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li 200 bajarî xwepêşandan belav bûne

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji êvara Çarşemê ve li rojhilatê Kurdistane herî kêm 8 kes hatin qetilkirin. Yek ji bajarên ku hêzên Besîc ên paramîlîter hatin bikaranîn jî bajarê Amol ê li eyaleta Mazandaran e. Li vî bajarî 2 endamên Besîc hatin kuştin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan û muxalîfan, ji 16’ê îlonê û vir ve ji 234 heta 260 kesî hatin qetilkirin ku 29 ji wan zarok bûn. Xwepêşandan nêzî 200 bajarî belav bûn û bi deh hezaran kes hatin binçavkirin.