17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê ji Taksîmê bimeşin

Parlementera HDP’ê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ew ê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk dê 6’ê mijdarê de ji Taksîma Stenbolê bimeşin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşînê ya Yekbûyî (BMG) ji bo ‘Meşa Mirovahiyê ya li dijî Çekên Kîmyewî’ ku wê 6’ê mijdarê li Taksîmê bê lidarxistin, li avahiya HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di civînê de axivî û bal kişand ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk.

Kemalbay, bi bîr xist ku 17 HPG’î bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan û got: “Li gorî dîmenên hatin weşandin, diyar e ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî yên mîna Konvansiyona Cenevreyê bin pê kiriye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê van sûcdariyan red dike, zanyar, siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegerên ku li van dîmenan dipirsin sûcdar dike û dike hedef. Em bi girîngî destnîşan dikin, ku heke mîna gotinên berdevkê desthilatdariyê be, heke dane û dîmen şaş bin, ya divê were kirin ne înkarkirina yekser e, divê heyetên serbixwe bişînin herêmê.”

‘Em ê dengê xwe bilin bikin’

Kemalbay, bi bîr xist ku piştî êrîşên bi çekên kîmyewî hin heyetên serbixwe xwestin li herêmê lêkolînan bikin, lê belê PDK’ê li pêşiya van heyetan bûye asteng û wiha axivî: “Asteniya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bu sedema guman û hêrseke mafdar. Divê rêveberiya herêmî ewlekariya heyetan misoger bike û destûrê bide lêkolînkirinê. Divê kes nebe şirîkê vî sûcê şer û li dijî mirovahiyê. Pêwîste di serî de OPCW, Neteweyên Yekbûyî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Yekîtiya Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. Naxwe wê fikara gelên herêmê mezintir bibe û bibe sedema rûdana komkujiyên hîn mezintir. Roj ne roja bêdengmayinê ye, roj roja parastina mirovahiyê û rabûna li ber şer e. Em bang li hemû sazî, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, gel û mirovên xwedî wijdan ên alîgirê jiyanê ne dikin, ku bikevin nava liv û tevgerê. Li ser vê bingehê em ê di 6’ê mijdarê de li Taksîmê meşeke aştî û jiyanê li dijî şer û mirinê lidar bixin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku beşdarî vê meşa me ya mafdar bibin. Ya ku civak dixwaze aşkerabûna rastiyê ye. Bi bêdengiyê em ê tu carî nebin şirîkê vî sûcî. Heta ku rastî aşkera bibe em ê dengê xwe bilind bikin û li heqîqetê bigerin. Em vê biryardariya xwe careke din nîşan didin.”