spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

9 rojnamevan hatin girtin

Li Enqereyê 9 rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de di 25’ê cotmehê de Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û her wiha Mehmet Gunhan ê ku demekê li MA’yê stajerî kiribû bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan Zemo Aggoz di 26’ê cotmehê de piştî karûbarên îfadeya li emniyetê hatibû berdan.

10 rojnamevan piştî 4 rojan birin Edliyeya Enqereyê û ewilî îfade dan dozgeriyê. Nûçeyên ku rojnamevanan çêkirine, parvekirinên wan ên medya dîjîtal û ger û geşta wan kirin mijara tawanbariyê.

Dozger piştî 5 saetan biryar da û rojnamevan Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Habîbe Eren û Oznûr Deger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir.

Dozger, Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê kir.

Îfadegirtina rojnamevanan li dadgeriyê jî bi saetan berdewam kir û heta nîvê şevê berdewam kir. Dadgeriyê derbarê Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da.

Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.

Malbat û rojnamevanên li ber edliyeyê sekinîbûn jî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û çepikan biryara girtina rojnamevanan şermezar kirin.