27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serkeftin ne hêsan e lê teqez e

Li her aliyê cihanê dewletên dagirker li dijî netewe û kesên ku hewl didin demkrasiyê pêk bînin êrîşên hovane pêk tînin. Kesên ku bi salan e li her aliyê cihanê ji bo hemû gelan dibin hêvî ji aliyê dewletan ve hedef tên nîşandan. Cihê ku dewlet nikaribe van kesan ji aliyê fizîkî ve tune bike hewl dide bi girtinan xebat û daxwazên wan asteng bike. Mînakên vê yekê li her deverên cihanê tê jiyîn. Bi taybet jî jin herî zêde bi êrîşan re rû bi rû dimînin.

Aktîvîst, rojnameger, nivîskar û siyasetmedarên jin ên ku hêjayî xelatan tên dîtin ji aliyê dewletên wek Îran, Tirkiye û Afganistanê ve yan dîl tên girtin an jî neçarî penaberiyê tên hiştin. Lê ne dîlgirtin ne jî sirgûnkirina jinan nikare pêşî li têkoşîna van jinên berxwedêr bigire.

Xelata Aştiyê

Xelata Aştiyê ya Nobelê yek ji xelata herî navdar û watedar a cihanê ye. Îsal Nêrgis Mûhemedî ji ber çalakbûna xwe ya di Şoreşa Jin Jiyan Azadî de û xebatên xwe yên dijî darvekirinê hêjayî xelatê hat dîtin. Nêrgis Mûhemed a ku divê niha li kolanan karibûna serbest bigeriyana di girtîgeha Îranê de dîl tê girtin û ji ber ku girtina pora xwe red dike nayê tedawîkirin.

Nêrgis Mûhemedî a ku heta niha 13 caran hatiye girtin û niha jî di hucreya yek kesî de tê girtin peyameke şand û wiha got: “Weke gelê Îranê em demokrasî, azadî, mafên mirovan û wekheviyê dixwazin. Komara Îslamê li pêşiya vê daxwaza neteweyî, astengiya sereke ye. Em hewl didin da ku rûmeta Îranê û rûmeta mirovahiyê jinûve zindî bibe. Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e.” Nêrgis Mûhemedî bi peyama xwe ya ‘Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e’ dibe dengê hemû jinên berwedêr.

Rojnamegerî tim tê domandin

Em ji Îranê vegerin pergala Tirkiyeyê. Free Press Unlimitedê ‘Xelata Rojnamevana/ê Herî Bibiryar’ da hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû ya ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye. Dîcle Muftuoglû ji girtîgehê nameyek şand û ev tişt parve kir: “Dê rastî di tarîtiyê de nemîne û çapemeniya azad bêdeng nebe.” Ev peyama Dîcle ya ku ji salî 90’î heta niha tê dayîn nîşaneya biryardariya çapemeniya azad e. Ji ber vê biryardariyê ye ku Dîcle di nav çar dîwaran de jî rojnamegeriya xwe didomîne.

Êrîşên Talîbanê

Wek tê zanîn bi desteserkirina hikûmeta Afganistanê ya ji aliyê Talîbanê ve jiyan ji jinan re bûye zindan. Talîban bi her biryara ku girt şert û mercên vê zindanîbûnê girantir kir. Jinên wek Jamîla Afganî ku bi salan e jiyana xwe xistiye xizmeta jinên welatê xwe bûn hedefên sereke yên Talîbanê. Jamîla Afganî ji ber ku hewl dida jinên ku hêza wan hatiye xespkirin li hêza wan vegerîne di nav xebatan de bû û ji ber van xebatên xwe hêjayî Xelata Aurora ya Şiyarkirina Mirovahiyê hat dîtin. Jamîla Afganî ya ku niha neçar maye terka axa xwe bike bi biryardarî xebatên xwe dimeşîne.

Dîlgirtina siyasetmedaran

Li Tirkiyeyê ne tenê rojnameger û aktîvîst her wiha kesên ku ji bo siyasetê tên hilbijartin jî tên girtin. Ji vî aliyê ve hijberiya Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê ji welatên din dijwartir e. Niha bi sedan siyasetmedarên ku doza aştî, wekhevî û demokrasiyê dikin dîl girtîne. Siyasetmedarên wek Gulten Kişanak ku bingeha siyaseta wekheviyê afirandine bi dehan sal in di hedefa dewletê de ne. Niha jî tevî ku cezayê wê yê ku daraza tirk lê biriye qediyaye jî nayê berdan. Ji ber xurtbûna têkoşîna wê dema rêhevalên wê banga berdana wê dikin di heman demê de soza berdewamkirina berxwedana wê didin.

Hêrsa li dijî siyasetmedaran

Huda Kaya ku yek ji siyasetmedara wekheviyê ye bi hincetên vala ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Enqereyê ve hat girtin. Huda Kaya ya bi salane dibe hedefa AKP-MHP’ê di peyama xwe ya ewil de ev tişt got: “Dilê min her tim bi we re ye, bi aramî û hêvî ye. Îbadeta herî mezin parastina heq e.”

Ev çend navên ku me li jor rêz kir tenê çend mînakên ku bûne hedefa dewletên mêrperestî. Lê dema em li peyamên wan ên ku dane dinêrin dibînin hemû cihan jî li dijî van jinan rabin nikarin serî bi wan bidin tewandin û wan ji rêya ku daye pêşiya ve dûr bixin.