spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Turan: Xizmetkarên tenduristiyê di şertê koletiyê de dixebitin

14’ê Adarê Roja Cejna TIP’ê ye. Lê xizmetkarên tenduristiyê ji ber mafê wan tê xwarin, li şûna pîrozbahiyê, çalakiya grevê li dar xistin.  Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran, der barê Roja Cejna Tipê û çalakiyên bijîşkan de axivî û wiha got: “Îro 14’ê adarê ye. Wekî cejna Tipê tê pênasekirin. Lê mixabin em nikarin vê cejnê pîroz bikin. Em her tem ji bo mafê xwe di nava têkoşînê de ne. 20 salin bi pergala veguhertina tenduristiyê her ku diçe bêtir mafê me tê binpêkirin. Niha em ji bo mafê xwe biparêzin di nava têkoşînê de ne.”

Dr. Elîf Tûran, bal kişand ser armanca çalakiya bijîşkan û wiha axivî: “Em çi dixwazin? Em tenê mafê xwe dixwazin. Wekî din em zêde tiştekî naxwazin. Em heqê keda xwe dixwazin. Di nava vê pergalê de em dixebitin. Em ketê didin. Em heqê keda xwe dixwazin. Em heqê keda xwe ku em karibin pê bijîn dixwazin. Niha qeyrana aborî heye. Ev qeyrana aborî bandorê li me xebatkarên tenduristiyê jî dike. Gelek hevalên me di bin sînorê birçîbûnê de mûçê xwe digirin. Em dibêjin mûçeyekî ku em pê karibin bijîn û debara xwe bikin dixwazin.”

‘Nêzî 500 roj in Wezareta Tenduristiyê randevû nedaye TTB’ê’

Turan, destnîşan kir ku her roj hevalên wan bi tundiyê re rû bi rû dimînin û wiha lê zêde kir: “Hevalên me bi devkî û fîzikî bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Li gorî raporan her roj 50 xizmetkarên tenduristiyê bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em dixwazin rê li pêş vê tundiyê bigirin. Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) tundî bir rojeva meclîsê. Lê heta niha meclisê daxwaza TTB’ê nexistiye rojeva xwe. Wezareta Tenduristiyê randevuyê nadin TTB’ê. Wezareta Tenduristiyê deriyê xwe li me venake ku em daxwazên xwe bi wan re parve bikin.”

‘Bijîşk 36 saetan nobedê digirin’

Turan, bal kişand ser koçberkirina bijîşkan jî û wiha berdewam kir: “Şert û mercên ku bijîşk têde dixebitin ne pak û ne baş in. Xebatkarên tenduristiyê di şert û mercê koletiyê de dixebitin. Bijîşk 36 saetan nobedê digirin. Hevalekî me çend meh berê ji ber 36 saet nobet girt, piştî nobede dema diçû mal qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Ev tenê mînakek e. Dîsa hevalême Dr. Ersîn Arslan di êrîşê de hat kuştin. Li ser xizmetkarên tenduristiyê mobîng heye. Hevala me Melîke Erdem li gel ku gilî kiribû jî dîsa tundî lê hat kirin. Ji ber şertên giran jiyana xwe ji dest da. Gelek mînakên din hene.”

Gelek zanîngeh hene. Lê xizmetek bi qalîte û baş nayê dayîn. Ji ber şertên giran gelek bijîşk an îstîfa dikin diçin dervê welat, an jî diçin li nexweşxaneyên taybet kar dikin. Ne tenê xismetkarên tenduristiyê, tenduristiya gel jî di xeteriyê de ye. Li gorî zanistiyê divê bijîşkek herî kêm karibe 20 saetan veqetîne. Lê em dibînin ku bijîşkek tenê dikare 5 deqîqeyan veqetîne. Bijîşek çawa dikare di 5 deqîqeyan de dikare li nexweş guhdar bike û muayine bike? Hevalên me ji ber şertên giran hatine asta ku îflasê.

Di 10 salan de koça bijîşkan 24 qat zêde bûye

Turan, bal kişand ser koçkirina bijîşkan jî û ev agahî parve kirin: “Koçkirina bijîşkan di 10 salan de 24 qat zêde bûye. Sala par 1400 bijîşkan koçî Ewropayê kir. Sala par zêdeyî 1400 bijîşkan ji TTB’ê belge girtin ku karibin biçin li Ewropa jî kar bikin. Li gorî 10 sal berê koçkirina bijîşkan 24 qat zêde bûye. Li Amedê jî hefteyê 1-2 kes tên belge dixwazin ku biçin dervê welat.”w

‘Em naçin em li vir in’  

Turan li ser gotina Serokkomar Erdogan jî axivî û wiha bi dawî kir “Em bi gotina kesî ji vir naçin. Em li vir in. Kî here û bê jî em li vir in. Ev çalakiyên me ne tenê ji bo bijîşkan, di heman demê de ji bo tenduristiya gel e. Ji bo bijîşk karibin xizmetek baş bidin civakê divê tenduristiya bijîşkan jî baş be. Ger ku tenduristiya bijişkan nebaş be, bandora xwe li ser civakê jî dike. Tenduristiya xizmetkarên tenduristiyê di xeterê de be, tenduristiya gel jî di xetereyê de ye. Tena ku em mafê xwe bi dest bixin em ê vê têkoşînê bidomînin. Ji bo mafê xwe me dest ji kar berda. Têkoşina me dê bidome.”