4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê HUDA PAR’ê bi Barzanî re civiya

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu li bajarokê Selahedînê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Li gorî medya PDK’ê, serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiçioglu ji bo hinek hevdîtinan, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Tê gotin Zekeriya li bajarokê Selahedînê yê ser bi Hewlêrê ji aliyê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin û civiyane.

Li gorî daxuyaniyan di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiye, Iraqê hatiye kirin. Her wiha tê gotin li ser têkiliyên di navbera HUDA PAR û PDK’ê de jî lihevkirinek çêbûye. Lê nehat gotin ku bêka ev lihevhatin li ser çi hatiye kirin.