Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetewan Hisên Zeynel Elî diyar kir ku hewldana hikumeta Iraqê ya avakirina xendek, bilindkirina axê û dopêçêkirina xelkê Mexmûrê ya bi hinceta ewlehî û parastinê derveyî hiqûqa navneteweyî ye.
Endamê Encûmena Navçeya Başîqa û Serokê Rêxistina Dadwerî ji bo Mafên Kêmenetew Hisên Zeynel Elî ji Rojnewsê re axivî.
Elî li ser hewldana artêşa Iraqê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a ji 20’ê gulanê û vir ve anî ziman ku li gorî hiqûqa navdewletî tu mafê ti hikumetê nîn e zilm û zordariyê li ser kampan û xelkê li kampan dijîn, bike û got: “Bi taybet jî Kampa Mexmûr ya ku yek ji kampên herî kevin e ku li ser axa Iraqê.
Hewldana hikumeta Iraq ya bi avakirina xendek, bilindkirina axê, dorpêçkirin û fetisandina xelkê wargehê ya bi hincetan rewşên ewlehî, tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Hincetên tên diyarkirin derveyî hiqûqa navneteweyî ne.”