27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talabanî ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistanê banga yekrêziyê kir

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî, peyama yekrêziyê da û ev tişt got: “Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî rêyeke din nîne ku herêmê biparêze.”

Serokê Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, di merasîma salvegera 48’an a damezirandina YNK’ê de axivî û peyama yekrêziyê da û bal kişand ser metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê. Talabanî, diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan guftogo û nîqaş esas bê girtin.

Talabanî, xwest ku Kurdistanê ber bi siberojeke baş ve  bibin û wiha axivî: “Divê jiyan û serfiraziya xelkê me xema me ya mezin be. Divê berjewendiyên partî û şexsî armancên me yên mezin ji bîra me nebe. Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî ti rêyeke din nîne zemînê mayîn û bihêzkirina serweriya herêmê biparêze.”

Banga bihevrebûnê

Di berdewama axaftina xwe de Talabanî, destnîşan kir ku YNK tim xebat û pêşengtî ji bo hevkarî û karê hevpar ê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê esas girtiye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “YNK’ê tim banga bihevrebûn û yekîtiyê kiriye. Ji ber ku li gorî me bihêzbûna me girêdayî bihevre bûn û yekdengiyê ye. Ji bo wê yekê ye ku hemû hewldan û daxwazên me li Bexda nûnertiya rastîn a xelkê herêmê û pêkanîna mafê hiqûqî bin. Li gel hevkarên xwe li Iraqê hewl daye ku derbaskirina astengî bûye û dewam jî dibin. Em dixwazin li ser bingehên hevpar ên rastîn, jiyana bi hev re bi hêz bikin, dahatûyeke baş ji bo xelk û welatê xwe misoger bikin.”