spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nakokiyên di navbera Îran û Talîbanê de zêde dibin

Demeke di navbera rayedarên Îran û Talîbanê de  “pevçûnên devikî” diqewimîn, niha jî li gorî hin raporan karwanekî tankên Talîbanê ji bajarê Herat ber bi Qela Îslamê ya li ser sînorê Afganistan û Îranê ve çûne

Li gorî dîmen û wêneyên ku ketine destê Afganistan International nîşan didin ku karwanek tankên Talîbanê ji Heratê ber bi sînorê Îranê ve diçin. Talîbanên ku li Heratê bi cih bûne bi alavên leşkerî yên pêşketî ber bi Îslam Qela ve pêşve diçin. Li gorî van agahiyan, hêzên Talîbanê li vê herêmê “çekên giran” bi cih kirine.

Her wiha li gorî jêderên xwecihî aloziyên vê dawiyê di navbera Îran û tevgera Talîbanê de dest pê kirin di encama wê yekê de bû ku Talîbanê rê neda avakirina rêyekê li ser sînor.

Li gorî heman çavkaniyan, roja îna derbasbûyî li sînorên “Islam Qela” hêzên pasdarên sînorî yên Talîban û yên Îranê bi hev re ketine nava “pevçûneke devikî”.

Ajansa Tasnim a ser bi Pasdarên Şoreşa Îranê ve, hebûna aloziyekê di navbera Talîban û pasdarên Îranê de li vê devera sînorî red kir.

Her wiha rayedarên Talîbanê jî bi awayekî fermî der barê şandina leşkeran bo sînorên “Qela Îslamê” ti daxuyanî nedane.

Hêzên Talîbanê û pasdarên sînorî yên Îranê, roja şemiya borî, li devera sînorî ya “Nimrûz” li hev kiribûn û Îranê ragihandibû, ku gulebaran ji hundirê Afganîstanê dest pê kiriye.

Cîgirê serokê polîsê Îranê jî tekez kir, ku di vê pevçûnê de pasdarekî Îranê yê sînor hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Rojek piştî pevçûna li ser sînorê Îran-Afganîstanê, raporên nakok hatin weşandin ku Talîban di dema pevçûnê de qereqoleke Îranê xistiye bin kontrola xwe.

Ji dema vegera Talîbanê ser desthilatê li Afganîstanê, welatên cîran, di nav de Îran, bi hêzên tevgerê re gelek nakokiyên sînorî dijîn.