4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

YSK’ê encamên hilbijartina serokkomariyê aşkera kir

Serokê YSK’ê Ahmet Yener, encamên fermî yên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê aşkera kir.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, encamên fermî yên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ku di 28’ê Gulanê de pêk hatibû, aşkera kir. Yener, da zanîn ku encamên fermî yên dengdana hilbijartinê ji Rojnameya Fermî re şandine.

Li gorî daxuyaniya YSK’ê ku nêzî desthilatê ye, di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de li nava welêt 52 milyon hilbijêrî dengê xwe dane û rêjeya dengdanê ji sedî 85,72 bûye. Yener, da zanîn ku serokkomar Erdogan bi 27 milyon 834 hezar û 589 dengan careke din bûye serokkomar.

Yener, der barê rêjeya dengên Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû de jî ev agahî dan: “Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18 ê dengan û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82 ê dengan wergirtin.”