13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Iraqê piştî êrîşê çû Diyalayê

Piştî êrîşa duh ya ser gundek Diyalayê ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, serokeşîrên Diyalayê duh serdana serokwezîrê Iraqê kiribûn, Sudanî jî piştî îro çû Diyalayê

Di şeva 6’ê Adarê de li gundê Hizîne ya ser bi parêzgeha Diyalayê, komek çete ku dihatin texmînkirin ên DAIŞ’ê bin, hewl dan kurê Şêx Mistefa Temîm ku li herêmê kesayetek diyare, birevînin. Lê plana çeteyan bi serneketiye.

Piştî vê hewldana çeteyan, bi dehan welatî li dor mala Şêx Mistefa kombibûn. Gorî medya Iraqê bombeyek di nava welatiyên li ber mala Şêx Mistefa kombûne teqiyaye û di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.

Piştî êrişê duh serokeşîrên parêzgeha Diyalayê serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kirin. Li gorî medya Iraqê serokwezîrê Iraqê îro serdana parêzgeha Diyalayê kiriye û bi fermandarên leşkerî re civiyaye.

Heman çavkaniyê ragihand ku Sudanî bi fermandarên leşkerî, rêveberiya polîsan û endamên Encûmena Parêzgeha Diyalayê re civiyaye.