2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serpêhatiya bi çapemeniya azad û xaçepirsan re

Bîranîna min a ser çapemeniya azad bi ‘Yenî Ulke’ destpê dike. Çiqas zorê bidim mêjiyê xwe jî tu şopek ji yên beriya wê (Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî) nayên pêş çavên min. Dibe ku girêdayî polîtîkbûyîna min be, ew berê bala min nekişandibin. Ez jî wek kesek ji nifşa salên 90’î, an jî wekî Delal Aydin di nivîsa xwe ya di ‘Kurd Araştirmalari’ de anîbû ziman, wek keseke li dû mayî, nasîna min a bi çapemeniya azad di sala 1990’î de destpê kir. Ji bo kesên wekî min, yên hîn ne mirî, yên jiyana zêdeyî dijîn, yên li dû mayî, yên di keviya jiyanê de mayî, bilêvkirina serboriyên salên 90’î wek şerm e, li hêla din birîn e. Belkî ji ber vê yekê ye, em zû bi zû behs jî nakin. Hesta “ ka me çi kir ku”, wek pênûseke sitûr ser “me çi jiyan kir” reş dike. Lê me jî jiyan kir; kêm be, kor be, kurt be jî me jî jiyan kir.

Kevneşopiya çapemaniya azad şahidê jiyana me, em jî şahidê ya wê ne. Ev nivîs ji bo vê serpêhatiyê ye. Rojname di mala me de wek amûreke bingehîn a malê bû. Ji biçûktiya min de tê bîra min rojname diket mala me. Bavê min ‘Mîlliyet’ê dixwend. Min her tim bala xwe dida wî. Rojname pir mezin xuya dikir. Ew bi herdû destên xwe rojnameyê vedikir û dixwend. Min digot ez ê kengê bikaribim weke wî rojnamê li ser destên xwe vekim û bixwînim. Wê demê min rojname dadixist erdê û xwe li ser dirêj dikir û dixwend. Mijareke din a ku bala min dikişand jî xaçepirs bûn. Bavê min her tim piştî rojnameyê dixwend, ew dikir çar qat û dûre xaçepirsê çêdikir. Min digot, ez ê kîngê karibim van çargoşeyan dagirim. Sal derbas bûn; êdî min dikaribû cihên ku bavê min di xaçepirsê de vala dihiştin, dagirim.

Rojeke di xaçepirsê de leqayî pirsa “rêxistineke terorê yên ermenan” hatim. Sal gihiştibûn 1990’an û wate û naveroka ‘terorê’ ji bo min û ji bo rojnameya Mîlliyetê pir ji hev cuda bibûn. Yenî Ulke di wê navberê de ket destê min. Destpêkê min li xaçepirsan dinêhêrî. Min digot ji bo ku ez karibim van pirsan bibersivînim, divê ez pir polîtîk bibim. Taybetî dema Azadiya Welat derket, ji rojnameyeke kurdî zêdetir xaçepirsa kurdî bala min kişandibû. Heta min peyva ‘ezbenî’ cara yekemîn di xaçepirsa Azadiya Welat de dîtibû û min dikir nedikir ev peyv wek peyveke kurdî nedihat guhê min. Çiqas ‘ezbenî’ bilêv bikim ew kêliya bi Azadiya Welat re dikeve bîra min. Min çapemeniya azad li mala xalê xwe, tev li hevalên lîseya Farqînê li parka kêleka dibistanê, li baxçeya zanîngehê di nav ‘koma xwendekarên welatparêz’ de, li hewşa girtîgehê tev li jinên azad û dû re li komele û malên sirguniyê yên li dîasporayê şopand.

Rojnameyên çapemeniya azad wek nasnameyên me bûn. Me xwe di nav rûpelên wan de didît. Ya herî pratîk (mirov bi rehetî –wekî pirtûk- di destên xwe de dikaribû vebikira û bixwenda), lê di fêmkirinê de ya herî dijwar Ozgur Halk bû. Rojekê polîsan êrîşî dibistanê kir, kovara Ozgur Halk û çend kartên ku li ser wan helbest û wêneyên Yılmaz Guney û Ahmed Arîf hebûn, li cem min bûn. Min dil ne da ku kovarê bavêjim an jî biqelişînim, min tewand û di nav goreya xwe de veşart. Polîs li ser min negeriyan. Helwesteke naîf lê ji dil bû. Tev li koma me ya dibistanê em diçûn parka Kaniya Navîn û di bin bişirîna şêrîn a Xalê Nûredîn de me bi hev re nivîsên di nav kovarê de dixwend. Ez bawer dikim, pirî ji me ji nivîsan baş fêm nedikirin, lê em qet ji wê derê bûn. Heta me li ser nivîsên Îsmaîl Beşîkçî, Alî Firat nîqaşan dikir. Niha navên hîn nivîskar, rojname û kovar di bîra min de li hev dikevin, lê ger ez ne şaş bim, Ozgur Halkê de xaçepirs nîn bûn.

Nivîsên di nav Ozgur Gundemê de dihatin sansurkirin. Rojname cihên nivîsên hatine  ansurkirin/qedexekirin vala dihişt.  Min ji xwe re digot, xwezî ji dêla wisa derxistine, nivîsan bigihandana hevdû û ebad rojnamê hinek biçûk bikirana. Wê deme min ê karibiya bi rehetî bi herdû desten xwe rojnamê vebikira û bixwenda. Min li cihên vala xaçepirsan amade dikirin. Di dawiya rojê de Ozgur Gundem dibû rojnameyeke xaçepirsê.

Li zaningehê jî xwendina rojnamê ne hêsan bû. Ji xeynî ku ji xwe min hîn jî nikaribû bi herdû destên xwe yên vekirî rojnamê bixwînim vê carê ji tirsa faşîstan diviyabû rojname di nav komeke girtî ya hevalan de were xwendin. Ser de ji ber hîn heval ji bo xaçepirsê rojname ji destê hev dikişandin, ev herdû bûn hesret, ketin dile min. Li derve rojname xwendin kêm-zêde azadî be, li hundir ji serî heta binî tekoşîn e. Li zindanan asta azadiyê li gorî bidestxistina rojnameyên çapemeniya azad dihat pîvan. Li kîjan girtîgehê rojnameyên me dikaribûn bên kirîn û xwendin, ew der “herêma rizgarkirî” bû. Heta ji bo ku rêveberiyên girtîgehan hişyar nekin û li hev gilî nekin, hevalên girtîgehan nikaribûn ji bo mafê bidestxistina rojnameyan ew derên ku rojname tên dayîn, wek emsal nîşan bidin. Û ez li wir wek xwînera bi deng keybanûya rojnameyê bûm. Li hewşê dema voltayê, li hundir dema kare bi hev re, min rojnameyê ji guhdarvanê xwe re bi deng dixwend û xaçepirsê -ji tirsa Besê- bêdeng û dizî dibersivand.

Roja min a destpêkê a li dîasporayê, di bin rojeke ewr de, li nav seyarê bi xwendina rojnameya Ozgur Polîtîkayê destpê kir. Xaçepirsa wê rast bêjim pir hêsan bû. Ez hinek xemgîn kirim. Hemû komeleyên Ewropayê tijî bi rojnameyên xaçepirsên wê nîvdagirtî ne. Ez bi ku de biçim, xaçepirsan dadigirim. Lê rastî hîn jî nikarim rojnamê di herdû destên vekirî bixwînim, yan datînim ser çonga xwe dixwînim, yan ser maseyê yan jî ditewînim û hîn dixwînim. Êdî ne di bin goreya xwe de, di dile xwe de vedişêrim, tu carî nayê girtin.