13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hûn nikarin me bêdeng bikin

Komeleya Rojnamegerên Dicle Fıratê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê (MKGP), tekildarî 20 jê rojnamevan 22 kesên di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin li pêş avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku 6 roj in di bin dorpêça polîsan de ne daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê pêşiya avahiyan bi otobusên polîsan hat girtin. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, TÛAY-DER’ê, MED-DER’ê, ÎHD’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hat vekirin.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku careke din ji bo ku  bêjin “rojnamevanî ne sûc e” em hatine cem hev. Muftuoglû, bi bîr xist ku di serdegirtinên malan ên di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Hempîşeyên me yên 6 roj in di bin çavan de tên ragirtin ji ber biryara sînordarkirina dosyaya wan, sedemê binçavkirina wan nayê zanîn. Beriya çend rojan jî dema binçavkirina wan 4 rojan hate dirêjkiri.”

Dest danîn ser amûran

Muftuoglû, da zanîn ku 22 kesên hatine binçavkirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tên ragirtin û wiha berdewam kir:“Ligel operasyona hatiye kirin, li şîrketên ajans û produksiyonên ku cihê xebatê yên hevalên me ne, dest danîn ser hemû amûran. Tevî vê destdanîna bê sedem, ketina şîrketên produksiyonan jî tê asteng kirin.”

Muftuoglû, bi lêv kir ku tevî êrîşên desthilatê rastî êrîşên “medyaya alîgir” jî dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe:“Em hemû sazî û dezgehên medyayê ku bi zimanê desthilatê nêzîk dibin û rojnamevanan dikin hedef şermezar dikin. Ev zimanê êrîşî kesên ji bo gel nûçegihaniya heqîqetê dikin zimanekî derveyî civakê ye. Em vî zimanê ku rêgezên rojnamevaniyê binpê dikin qebûl nakin.”

Çapemeniya azad her tim li ber xwe da

Di berdewamê de Muftuoglû anî ziman ku desthilatdarî di hemû polîtîkayên xwe de manîpulasyonê dike û wiha got:“Bi destê medyaya hawûz rastiyan ji civakê vedişêrin û hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêjî binixûmînin. Ji ber vê yekê jî zexta xwe ya li ser derdorên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, girantir dikin. Desthilatdariya ku hewl dide bi polîtîkaya xwe ya zextê civakê razî bike, êrîşî hemû rastiyan dike. Sedema hemû binçavkirin û girtinên di dema dawî de ji bo veşartina rastiyan e. Desthilatdarî bi vê operasyona li dijî rojnamegeran re dixwaze bandora şerê ku dimeşîne û krîza aborî binixûmîne û mafê agahîgirtinê yê gel hedef digire. Desthilatdariya ku hewl dide rastiyan veşêre, herî zêde jî xebatkarên çapemeniya azad ku rojnamegeriya heqîqetê dikin, hedef digire.”

Bi domdarî Muftuoglû destnîşan kir ku xebatkarên çapemeniya azad her demê rastî êrîşan hatine û wiha pê de çû: “Lê belê tevî êrîşan jî li ber xwe dan û karê xwe berdewam kirin. Rojnamegerên ku heqîqet derdixistin holê di salên 90’î de bûn hedefa Hîzbûllah û JÎTEM’ê, di salên 2000’î de jî bûn hedefa cemaetê. Di wê pêvajoyê de bi dehan rojnamegerên kurd ên ku di şertên herî giran de rastî digihand gel, hatin qetilkirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombe kirin, bi sedan jê hatin girtin. Îro jî rojnamegerên ku li dijî zext û manîpulasyona desthilatdariya AKP-MHP’ê, heqîqetê radigihînin dibin hedefa êrîş û zextan. Çapemeniya kurd her tim weşaneke li dijî nîjadperestî, netewperestî, olperestî û zayendperestiyê kir. Weke xebatkarên çapemeniya azad ku tevî hemû êrîşan jî dev ji rêya heqîqetê bernadin, şopdarên xeta berxwedanê ya li ser rêya heqîqetê ne ku ji Apê Mûsayan heta Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Rohat Aktaşan didome. Tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî em ê xwedî li vê mîrasê derkevin.

Em ê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin

Nabe ku hevalên me yên ku rojnamegeriya xwe li pêş çavên tevahiya raya giştî dikin û bernameyan pêşkeş dikin bên krîmînalîzekirin. Rojnamegerî sûc nîne. Hevalên me yên ku bi rojane di çarçoveya armancên siyasî yên desthilatdariyê de di bin çavan de tên ragirtin, divê di zûtirin demê de bên berdan. Heta ku hevalên me tên berdan jî em ê daxuyaniyên xwe bidomînin.”

Muftuoglû, da zanîn ku dê sibe saet di 13.00’an de li pêşiya avahiya JINNEWS’ê ya li Taxa Kooperatîfan a Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li hemû kesî kir.

Her wiha li ser navê MKGP’ê jî rojnameger Roza Metîna axivî û ev tişt anî ziman: “Çapemeniya azad li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Heke îro kesên heqîqetê radigihînin bên binçavkirin, wê demê mirov nikare qala hiqûqê bike. Weke çapemeniya azad, em ê sibe jî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van neheqiyan bidomînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “çapemeniya azad nayê bêdeng kirin” bi dawî bû.