4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk jî di nav de 20 jê rojnamevan 21 kes ji 8’ê Hezîranê ve di bin çavan de ne. Bertekên li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibin.

Zêdetirî 20 saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û rêxistinên maf ên bi navê SOLIFONDS, Mojust International Fondation, Medico International Schweiz, Plattform fu¨r Frieden und Solidarita¨t, SP Schweiz, Collectif Question Kurde de l’Université de Genève, Basta, Demokratische Juristinnen und Juristen der Schweiz DJS, Solidarité sans frontières, VERT-E-S Suisse yên li Swîsreyê banga berdana demildest a rojnamevanan kir. Di metnê daxuyaniyê de bang hat kirin ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya raman û îfadeyê her ku diçe zêde dibin û hat destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo rojnamevanan veguheriye girtîgehekê.

 ‘Li gor hiqûqê tevbigerin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka kurd rojnamevanên ku têkildarî mijarên hikûmetê aciz dikin de nivîsandibûn dibin hedef û bal hat kişandin ku bi Qanûna Têkoşîna bi Terorê re kesên rexne dikin weke “terorîst” û rexne jî “weke” terorîzm tên penasekirin. Di nivîsê de hat diyarkirin ku hikûmet hewl dide bi qanûnên nû zextên li dijî azadiya îfadeya bike qanûn û hat bangkirin ku Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere.

Di bangê de hat xwestin ku rojnamevanên li Amedê hatine binçavkirin demildest bên berdan û ji bo azadiya raman û îfadeyê banga piştevaniyê hat kirin.

Di kampanyayê de kesên bi navê Jean Ziegler, Erica D. Ziegler, Prof. Radha D’Souza, Margaret Owen, Les Lewidow, Siobhan Wall, Juan Gasparini, Desmond Fernandes, Estella Schmid, Cornelia Rohr, Fréderike Geerdink, Engîn Sûstam, Solange Zongo, Assmaa Shaban, Raquel Vidal, Viviana Fiorentino, Therese Kieran, Ragip Zarakolû, Lamî Ozgen, Miriam Turley, Steve Sweeney jî di nav de ji Swîsre, Ingilistan, Fransa, Almanya, Îrlanda, Yewnanistan, Tirkiye, Swêd, Hollanda û Hîndistanê bi sedan akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, nivîskar, rojnamevan, parlamenter û rêxistinên sivîl ên civakî cih digirin.

Lînka kampanyayê

Kesên dixwazin tev li kampanyayê bibin dikarin ji navnîşana journalistesolidarite@gmail.com re meîl bişînin an jî ji navnîşana https://form.jotform.com/221605337173047 re dikarin form dagirin.