17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 837 rojnameger û 62 saziyan daxuyaniya hevpar

Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn’ê Mehmet Ali Ertaş, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahin, Elif Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Mehmet Yalçın, Abdurrahman Oncu, Lezgin Akdeniz, Kadir Bayram û Feynaz Koçuk di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin. Heta niha gelek sazî, partiyên siyasî, rewşenbîr,siyasetmedar, rojnameger bertekên xwe li dijî van binçavkirinan anîn ziman.

Niha jî 837 rojnameger û 62 sazî li dijî rojnamegerên kurd ên binçavan de daxuyaniya hevpar weşandin. Daxuyanî bi zimanê kurdî, tirkî,ingilîzî û ermenîkî hat weşandin. Daxuyaniya ku hat weşandin wiha ye: “Em saziyên ragihandinê û rojnamegerên ku li jêr îmzeya wan heye; serdegirtina polîsan a mal û saziyên rojnamgerên kurd ku di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin bêşert û şirût şermezar dikin.

Di serî de muxalefeta ku angaşta demokrasî, azadî, wekhevî, edalet û dadê dike û di nava amadekariya avakirina Tirkiyeya pêşerojê de ye; em bangî hemû kesan dikin ku bêyî cudakariyê bikin li hemberî binçavkirina hempîşeyên me bikevine nava piştevaniyê û li hemberî zordestiya desthilatdariyê helwest deynin.

Em bang li endamê darazê jî dikin ku nebin aletê bêdadî û zordestiya desthilatdariyê. Li gorî mafê azadiya fikr û ragihandinê ya dada gerdûnî tevbigerin û kêliyek berî kêliyekê rojnamegerên di bin çavan de ne serbest berdin.

Her wiha, em li bendê ne saziyên ragihandina navneteweyî, rojnameger, rêxistinên mafan diparêzin jî ji bo pêşveçûna azadiya ragihandinê li Tirkiyeyê, piştgiriya me bikin û li hemberî binpêkirina mafên rojnamegeran bikevin nava liv û tevgerê.

Bi zagona sansurê ku niha li Parlamentoyê amadekariya wê tê kirin dixwazin qeyd û bendên li azadiya fikr û ragihandinê dixin qewîtir bikin. Di vê çarçoveyê de di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, binçavkirina rojnamegerên kurd, li hemberî azadiya ragihandinê derbe ye.

Em şahidên hempîşeyên xwe ne. Her çiqas ji bo endamê ragihandina azad ku mafê ragihandinê bi fedakariyeke mezin diparêzin, ev polîtîkayên tûndî û çavtirsandinê bûbin ji rêzê jî, em ê hînî van operasyon û polîtîkayên çavtirsandinê nebin.

Bila rojnamegerên kurd ên di binçavan de ne demildest serbest bêne berdan! “