17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê şerê navxweyî

Li gorî agahiyên Nûnertiya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li herêma Darfor a Sûdanê di encama şer û pevçûnên qebîleyan de derdora 100 kesan hatiye kuştin. Kordînatorê kar û barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Toby Harward der barê mijarê de da xuyakirin ku pevçûn ji ber parvekirina erdan derketiye holê û bûye sedemê şer û pevçûnan di navbera hin qebîleyên ereb û afrîkayî de. Her wiha serokeşîrekî bi navê Ebker Altom da xuyakirin ku 62 cesedên şewitandî dîtine ku çekdran ew ji 20 gundan dabûn hev û li cihekî şewitandibûn û dabû xuyakirin ku hîna gelek kes jî winda ne.

Ji aliyekî din ve serokê Meclisa Sûdanê Abdulfetah El Burhan di 12 hezîranê de da xuyakirin ku divê hikûmet ji bo ewlekarî û aramiya li herêma Darforê hin gavan bavêje û pêşî li tevliheviya herêmê ya ewlekariyê bigire.

Her wiha şandeya Neteweyên Yekbûyî ya ku piştgiriya pêvajoya veguhestina desthilatê dike bi hakimê Darforê Menî Arko Menawî re hevdîtin kiriye û planên ji bo ewlekariya jiyana sivîlan nîqaş kirine.